Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja 18’an de ye

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Kampa Holê di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de operasyonên lêgerîn û paqijkirinê didomînin.

Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja 18’an de ye
11 îlon, 2022   06:58
HESEKÊ

Qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD, YPJ/YPG’ê dabû destpêkirin kete roja xwe ya 18’an.

Vê sibehê saet di 05:00’an de Hêzên Ewlekariya Hundirîn, QSD, YPJ/YPG’ê li Kampa Holê belav bûn û saet di 06:00’an de dest bi operasyonên lêgerîn û paqijkirinê kirin.

Operasyonên lêgerîn û paqijkirinê li Kampa Holê di roja xwe ya 18’an de berdewam in.

(fr)

ANHA