Hevalên şehîdên Pêngava Mirovî û Ewlehiyê: Em ê heta dawî li dijî fikrên tundraw şer bikin

Hevalên şehîd Cesûr Xebat û Udey Cinêydiye da zanîn ku wê tola hevalên xwe hildin û gotin: “Em ê li hember fikrê DAIŞ yê tundraw ku kampa Holê wekî dewleteke biçûk ji xwe re bikartînin şer bikin û vê terorê têk bibin.”

Hevalên şehîdên Pêngava Mirovî û Ewlehiyê: Em ê heta dawî li dijî fikrên tundraw şer bikin
10 îlon, 2022   06:29
HESEKÊ – CÎHAN BÎLGÎN

25`ê Tebaxa derbasbûyî qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ji bo misogerkirina ewlehiya kampa Holê û têkbirina şaneyên DAIŞ`ê hate ragihandin. Di encama pêngavê de gelek cebilxane, al û pereyên DAIŞ`ê, alavên elektronîk, çekên leşkerî û hwd.. hatin desteserkirin. Her wiha gelek tunel hatin xirabkirin. Gelek çete hatin girtin û gumanbar jî hatin binçavkirin. Heya niha jî pêngav bi awayekî baldarî didome.

Di roja 15`an de li beşa 5`an a koçberên Sûriyê bi şev komeke şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê hewl dan ji kampê birevin. Hêzên QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn wan dorpêç kir, şaneyan gule reşandin û şer derket. Di encamê de çeteyek hate kuştin û 6 hatin girtin.

Di heman demê de 2 şervanên QSD`ê bi navê Raxib Samir Berxeş (Cesûr Xebat) û Ehmed Ebas El Mitêran (Udey Cinêdiye) şehîd bûn.

Der barê şahadeta her du şervanên Hêzên Komandos ên QSD'ê de, hevalên wan ji ANHA`re axivîn û soza tolhildana hevalên xwe dan.

` ME GELEK ENCAM GIRT`

Yek ji şervanên Hêzên Komandos Rojvan Qamişlo, der barê rêveçûna qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de ev tişt anî ser ziman: “Em wekî hêzên QSD`ê ji bo piştgirîdayîna Hêzên Ewlekariya Hundirîn em tev li vê pêngava li Holê bûn. Pêngava me berdewam dike ku me gelek encam jê girtin. Me gelek cil û çenteyên leşkerî, çeka B7, klaşnîkov, carcûrên wan, demançe yên veşartî dîtin. Ev kampa wekî bombeyeke ye û kengî biteqê nediyar e. Ji ber wê jî pêwîstî bi vê pêngavê hebû. Pêngava me bi awayekî hêdî hêdî berdewam dike. Ji ber ku bi awayekî cidî û baldarî kontrolkirin, lêgerîn çêbibe. Li vir niha gelek tunel, cihên wan yên îşkencekirin û kuştine hene. Ji bo ku hakîmiyeta me li ser kampê hebe divê hêdî hêdî pêngav bimeşe.”

'EM Ê TOLA HEVALÊN XWE HILÎNIN'

Qamişlo, têkildarî du şervanên QSD`ê yên ku di encama pevçûna li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê şehîd ketiye got: “Hedefek hebû. Agahî ji me re hat ku çend kesên xwe bi çek kirine di nav kampê de hene. Li ser vê agahiyê komek ji me çûn ku wan hedefa bigrin. Ji wan kesan yek hate kuştin. Di wê encamê de du hevalên me şehîd ketin. Em tenê li wir nesekînin ku li gor agahiyan operasyonên me yên taybet berdewam dike. Niha komek din bi vî rengî heye.”

“Ji bo tolhildana herdu hevalên me helwestên me diyar in” bi van gotinan Rojvan Qamişlo destnîşan kir ku wê tola herdu hevalên xwe rakin û got: “Ne tenê li hemberî DAIŞ`î heman demê operasyonên me li hemberî sîxûrên MÎT`ê jî berdewam dike. Heta ku nefesa me hebê em ê li hemberî wan şer bikin, li ber xwe bidin. Helwestên me jî ev e.”

`ŞANE MALBATAN WEKÎ MERTAL BIKARTÎNIN`

Yek ji şervanê Hêzên Komadosê Ezîz Bab jî da zanîn ku pêngav li dijî şaneyên DAIŞ`ê ku xetereyê li ser hemû cîhanê ava dike, dewam dike. Bab diyar kir ku bi awayekî baldar tev digerin û got: “Herî zêde şane malbatan wekî mertal li dijî me bikar tînin. Ji bo vê meselê jî me tedbîrên pêwîst girtine. Li dijî planên DAIŞ bi dewleta Tirk a dagirker ku têkbirina ewlehî û aramiya herêmê hedef dike, operasyona me li kampa Holê hat destpêkirin. Herî zêde zarokên biçûk tên perwerdekirin, her wiha wan ji bo pêşerojê amade dikin. Di vê operasyonê de me dikarîbû ku ewlehiyê û aramiyê ji zarokên kampê re çêbikin.”

Bab balkişand ser xetereya kampa Holê û sedema lidarxistina pêngavê û got: "Ji ber hezkirina me ji azadî, demokrasî û mirovahiyê re, me operasyon dest pê kir ku em cihê xweveşartina şaneyan ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike, bê bandor bikin. Li vir xeterî çêbû, fikrê zarokan dihat guhertin û wan li ser hişmendiya DAIŞ a tundraw dihatin perwerdekirin. Di beşa 5`an de di encamê êrişê de du hevalên me şehîd bûn, çete hatin kuştin û çend çete hatin girtin jî.” 

`EM Ê HETA DAWÎ LI DIJÎ FIKRE TUNDREW ŞER BIKIN`

Bab, îşaret pê kirk u wê heya dawiyê li du rêya şehîdên nemir bin û van tiştan lê zêde kir: “Rêya ku pekrewanan ji bo me diyar kiriye em ê tê de bimeşin heya ku em aramiyê ji tevahî cîhanê re peyda bikin. Em ê li hember fikrê DAIŞ yê tundraw ku kampa Holê wekî dewleteke biçûk ji xwe re bi kartînin şer bikin û vê terorê têk bibin. Her wiha em ê planên dewleta Tirk a dagirker jî pê re têk bibin.”

ANHA