Ciwanên Şoreşger ên Tebqa bi daxuyaniyekê çalakiya xwe bi dawî kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê beriya du rojan bi dirûşma “Ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan werin cenga azadiyê”, li dar xistibû îro bi daxuyaniyekê bi dawî kir.

Ciwanên Şoreşger ên Tebqa bi daxuyaniyekê çalakiya xwe bi dawî kir
7 îlon, 2022   14:48
TEBQA

Îro endamên rêveberiya sivîl, nivîsgeh û kolmîteyên wê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de encama Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya Nûr El Hefnî axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker siyasetên xwe yên hovane li dijî rêber Abdullah Ocalan didomîne. Tecrîdeke giran ji zêdetirî 20 salan ve lê ferz dike. Nahêle mafên xwe yên mirovî yên herî besît pêk bîne û hevdîtinên bi malbat û parêzeran re jî qedexe dike.”

Nûr El Hefnî di dawiyê de bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku mudaxele bike, ne tenê ji bo tecrîdê bi dawî bike lê belê azadiya wî ya fîzîkî pêk bîne.

Her ina Nûr El Hefnî bang li gelan kir ku bibin yek û serî ji terorê re netewînin û got: “Divê em bi pêşengiya ciwanan têkoşînê bi hemû rêbazên rewa mezin bikin. Da ku bikarin vê pergala faşîst tune bikin û axa xwe ji hêzên dagirker rizgar bikin û rêberê xwe di nav xwe de azad bibînin.”

Berdevkê Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê Hesen El Keno axivî û teqezî bi berdewamkirina pêkanîna fikrê rêber Abdullah Ocalan û belavkirina fikrî wî li Rojhilata Navîn kir ji ber ku çareseriya yekane û ya herî guncew a çareserkirina aloziya Sûriyê û aloziyên li Rojhilata Navîn e.

El Keno di dawiyê de soza şopandina rêya şehîdan da heta ku gel li welêt di nav ewlehî û aramiyê de bijî û axa dagirkirî ji terorê û dagirkeriya Tirk were rizgarkirin.

Di dawiya çalakiyê de, Yekitiya JInên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê îmze kom kirin da ku wê ji aliyên peywendîdar û civata navneteweyî re bişînin.

Piştre endama Yekitiya Jinên Ciwan a Cirniye Rewda El Elî daxuyaniya dawî ya çalakiyê xwend û tê de got: “Em îro bi dawîkirina çalakiya xwe radigihînin. Ev çalakiya me di çarçoveya gelek çalakiyan de hate lidarxistin ku em ji bo pêkanîna armancên hemleya xwe li dar dixin. Em soz didin gelên cîhanê ku şopdarên rêya şehîdan û têkoşînê bin ta serkeftin pêk were û rêber Abdullah Ocalan azad bibe.

Em ji rêber Abdullah Ocalan re dibêjin; beyî azadiya te em azad nabin. Jiyane bê te ne pêkan e. Em dev ji rêya azadiyê ber nadin.”

(dm)

ANHA