Desteya Jinan a herêma Cizîrê navenda “Ehlen Simsim” li Qamişloyê vekir

Desteya Jinan a herêma Cizîrê navendeke geşepêdana pêşîn a zaroktiyê bi navê Ehlen Simsim vekir. Da ku behreyên zarokan û kesayeta wan pêş bixe, malbatên wan di aliyê danûstandina bi zarokan re, zana bike ku bi awayekî rast wan mezin bikin.

Desteya Jinan a herêma Cizîrê navenda “Ehlen Simsim” li Qamişloyê vekir
Desteya Jinan a herêma Cizîrê navenda “Ehlen Simsim” li Qamişloyê vekir
Desteya Jinan a herêma Cizîrê navenda “Ehlen Simsim” li Qamişloyê vekir
Desteya Jinan a herêma Cizîrê navenda “Ehlen Simsim” li Qamişloyê vekir
7 îlon, 2022   14:59
QAMIŞLO

Di şahiya vekirinê de endamên Koordînasyona Jinan a Herêma Cizîrê û bi dehan zarok û malbatên wan beşdar bûn. Di serî de mamosteya navendê, Xezal Enz wiha axivî: “Armanca me pêşxistina behreyên ziman û mêjî yên zarokan û fêrkirina rêbazên danûstandina bi zarokên din re ye.”

Her wiha Xezal Enz diyar kir ku ev navenda ku li taxa Qidûr Beg a rojhilatê Qamişlo hatiye vekirin, dê di perwerdekirina malbatên zarokan de jî rolekê bilîze ku ji aliyê mamosteyên pispor ve dê li ser rêbazên danûstandina bi zarokên xwe re û mezinkirina wan bi awayekî rast werin perwerdekirin.

/ar/uploads/files/2022/09/07/133047_ghzal-anz.webp

Mamoste Xezal Enz da zanîn ku wan du navendên din ji bo pêşxistina zarokatiya pêşîn vekirine; yek li taxa Aşûriyê ya Qamişlo û ya din jî li navçeya Tirbespiyê.

Navenda bi navê “Ehlen Simsim” ji du beşan pêk tê, beşek ji bo hevalên “Ehlen Simsimê” ku ew ji zarokên 3 heta 8 salî re ye, beşa din jî ji bo malbatên ku dixwazin rewşa zarokên xwe bişopînin re ye.

(mh)

ANHA