Bi dîmen û wêne cebilxaneya li Kampa Holê hate dîtin

Di encama operasyona taybet a Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Kampa Holê de gelek cebilxane hatin dîtin.

Bi dîmen û wêne cebilxaneya li Kampa Holê hate dîtin
Bi dîmen û wêne cebilxaneya li Kampa Holê hate dîtin
Bi dîmen û wêne cebilxaneya li Kampa Holê hate dîtin
Bi dîmen û wêne cebilxaneya li Kampa Holê hate dîtin
Bi dîmen û wêne cebilxaneya li Kampa Holê hate dîtin
Bi dîmen û wêne cebilxaneya li Kampa Holê hate dîtin
Bi dîmen û wêne cebilxaneya li Kampa Holê hate dîtin
7 îlon, 2022   14:35
HESEKÊ

Qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li Kampa Holê ku bi pêşengiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û piştgiriya YPJ, YPG û QSD`ê tê lidarxistin di roja 14`an de berdewam dike. Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya operasyoneke taybet de îro li Kampa Holê gelek çek û cebilxaneyên sivik û navîn desteser kirin.

 Di nav wan de klaşnîkov, kembereke teqemenî, topên B.7, rokêt û bêdengkirinên damenceyan, narincekên destan, têlefonên destan, kamera û laptop, cilên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û gelek tiştên din hebûn. Der barê encamên vê operasyonê de tê payîn ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyeke berfireh bide.

Nûçegîhana me Cîhan Bîlgîn kêlî bi kêlî şopandina operasyona taybet a wergirtina cebilxane û cilên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku şaneyên veşartî bi van cilan gelek kuştin pêkanîne, parve kir.

Cebilxane di bin erd de hatibû veşartin. Ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve xwediyê kon hate girtin.

Yek ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Holê Lezgîn Elî der barê cebilxaneya ku hatî desteserkirin de got: “Operasyona me bi dawî nebûye ku me operasyoneke taybet jî li dar xist. Di encama operasyonê de di beşa yekemîn de me gelek cebilxane dîtin. Di encama kolandina binerdê li du cihan de ev cebilxane hatin dîtin. Her wiha me gelek çete jî girtin. Xebatên lêgerînê didomînin. Heya ku em kampê paqij bikin wê operasyonên me jî bidome.”

Hêjaye bibîrxistinê ku îro Hêzên Ewlekariya Hundirîn di beşa duyemîn de çeteyekî DAIŞ`ê ku cilên jinên li Kampa Holê li xwe kiribû hate girtin.

ANHA