​​​​​​​Ziyad Wetfê: Rêveberiya Xweser projeya herî guncaw e

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Desteya Tensîq Watanî - Tevgera Guhertina Demokratîk Ziyad Wetfê diyar kir ku hêzên navneteweyî û herêmî kesayetên nîştimanî ji pêvajoyên siyasî yên berê dûr xistin. Ziyad teqez kir ku Rêveberiya Xweser projeya herî guncaw e ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê.

​​​​​​​Ziyad Wetfê: Rêveberiya Xweser projeya herî guncaw e
7 îlon, 2022   04:20
REQA

Ziyad Wetfê destpêkê diyar kir ku ji bo bidawîkirina aloziya li welêt, lihevkirina li ser çareseriya siyasî rêya yekane ye li pêşiya sûriyan. Her wiha destnîşan kir ku hemû bangên berê yên bikaranîna çekan û hemû dirûşmên ku ji bo tunekirina hevdu dihatin berzkirin, tenê dibe sedema wêrankirina zêdetir a vî welatî.

Her wiha Wetfê got astengiyên mezin hene û divê hêzên opozîsyonê aliyên ku rê li çareseriya siyasî digirin û aliyên ku berjewendiya wan di çareseriya siyasî de heye, ji hev cuda bikin û wiha domand: "Bê guman hêzên tundrew yên rejîma Sûriyê û opozisyonê ku nûnertiya îslama siyasî û terorîst dikin, berê û niha jî çareseriya siyasî asteng dikin. Teqez hemû sûrî muxalif û yên alîgir xizan in ji ber alozî ew pelçiqandin. Ew di şerekî de ku berjewendiya wan tê de tune ye bûn sotemenî. Derketina ji vê aloziyê û dîtina çareseriyeke siyasî, xizmeta berjewendiya hemûyan dikin. Lê mixabin tu dergeheke siyasî ya wan tune ye. Kesek nûnertiya wan nake. Di xebatên siyasî yên berê de, hêzên herêmî û navneteweyî bi zanabûn kesayetên ji bo çareseriya siyasî kar dikin, dûr xistin."

Wetfê bang li hêzên opozîsyonê yên ku baweriya wan bi çareseriya siyasî heye kir ku di navbera xwe de li ser nêrîneke hevbeş li hev bikin û xwe ji bo hemû çareseriyên dê li ser wan bê ferzkirin, amade bikin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Eger nûnerên hêviiyên gelê Sûriyê hebin, lihevkirin û beşdarbûna di avakirina pêşeroja Sûriyê de dikare pêk were. Lê eger em belawela bimînin, dê çareseriyek li ser me were ferzkirin û em ê wekî berê winda bikin."

Ziyad Wetfê di axaftina xwe de diyar kir ku di hişmendiya siyasî ya sûriyan de şikestinek mezin heye û ev şikestin bi nenasîna rastiyê dest pê dike û wiha pê de çû: "Rastî dibêje, ezmûna Rêveberiya Xweser tevî qenciyên wê û serkeftinên ku bi dest xistine û di serî de rizgarkirina welat ji bermahiyên terorê, erkên mezin û girîng ên rêveberî û parastinê ku pêk anîne, projeya herî guncaw e. Lê belê ji ber sedemên objektîf û subjektîf heta niha nebûye modeleke balkêş ji bo sûriyên li herêmên mayî."

Ziyad Wetfê herî dawî got: "Divê em ji tevahî gelê Sûriyê re ragihînin ku tecrubeya Rêveberiya Xweser tecrubeyeke pêşkêşkirî ye ji bo sûriyan da ku bixwînin, sererast bikin an jî li ser bingeha tiştên erênî kar bikin. Ya ku dê sûrî biryara wê bidin, dê modela ku divê em; Rêveberiya Xweser û hêzên opozîsyonê yên din, ji bo wê şer bikin ."

(hs)

ANHA