Dengê teqînan li nêzî du balafiregehên li Helebê hat bihîstin

Dengê teqînan ji Helebê hat bihîstin ku li gorî agahiyan, li nêzî Balafirgeha Leşkerî ya Nêrebê û Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê ye. Tê gotin teqîn di encama êrişa Îsraîlê de ye.

Dengê teqînan li nêzî du balafiregehên li Helebê hat bihîstin
6 îlon, 2022   17:58
HELEB

Nûçegihanê me ji Helebê ragihand ku dengê teqînan ji nêzî Balafirgeha Leşkerî ya Nêrebê û Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê hat bihîstin. Lê heta niha sedemên wê nayên zanîn.

Şahîdan diyar kir ku doman ji depoyên li nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê bilind dibin.

Li aliyekî din Kanala 13 a Îsraîlê, ragihand ku Îsraîlê êriş li dijî Heleb û Laziqiye pêk anîne.

Tê bibîrxistin ku beriya 6 rojan artêşa Îsraîlê êrişî Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê kiribû û di encamê de li gorî SANA`yê zirarên madî çêbûbûn.

ANHA