'Em ê bi YPJ`ê re li ber xwe bidin, ji lew re em ê bi serkevin'

Dayikên ji navçeya Amûdê diyar kirin ku dewleta Tirk a ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê têk çûye, berê xwe daye Bakur û Rojhiatê Sûriyê û pêşengên jin nê li dijî DAIŞ`ê şer kirine û ew têk birine dike hedef. Dayikan biryardaiya berxwedanê nû kir û got “Çawa artêşa YPJ’ê parastina me tevan dike, em ê jî tevî şervanên xwe yên jin li ber xwe bidin. Ji lew re em ê bi serkevin.”

'Em ê bi YPJ`ê re li ber xwe bidin, ji lew re em ê bi serkevin'
7 îlon, 2022   01:37
QAMIŞLO- DELÎLA GABAR

Bi pêketina çirûska Şoreşa 19`ê Tîrmehê re sûcên dewleta Tirk çi yekser çi jî bi rêya çeteyên DAIŞ`ê nehatine rawestandin. Bi taybet piştî dagirkirina bajarên Cerablus, Bab û Ezaz di 2016`an de û piştre dagirkirina Efrînê di 2018`an û dagirkirina Griê Spî û Serêkaniyê di 2019`an de, ev sûc gihîştin lutkeyê. Ruxmî ku li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de sûcên dermirovî pêk tîne jî, lê belê saziyên hiqûqî û yên mafên mirovan çavgirtî ne. Ev 3 sal in jî dewleta Tirk a dagirker bi rêya balafirên xwe yên bêmirov û biçek, pêşengên li dijî DAIŞ`ê têkoşiyan û di nav de şervan û fermandarên Yeknîneyên Parastina Jin (YPJ) bi êrişên hewayî yên balafiran tên şehîdxistin.

Li dijî van êrişên dewleta Tirk a dagirker dayikên ji nevçeya Amûdê ya girêdayî bajarê Qamişlo û gundên wê piştgiriya xwe bi YPJ`ê re nîşan da û gotin; “Em heta dawiyê bi YPJ`ê re ne.”

'HETA DAWIYÊ EM BI YPJ`Ê RE NE'

Dayîka bi navê Dara Îbrahîm Îsa, berxwedana dîrokî ya YPJ`ê ku heta îro dewam dike, bi bîr xist û got: “Şervanên YPJ’ê heta îro jî bi serkeftî tekoşînê didin meşandin. Di vê demê de dewleta Tirk a dagirker bi reya sîxura rojane şervan û fermandarên YPJ’ê dike hedefa êrîşên xwe. Em weke dayîk bi serkeftina YPJ’ê kêfexweş û serbilind in. Ew çeteyên hov ku tu para xwe ji mirovahiyê negirtine, li hember wan şervanên YPJ’ê berxwedaneke bêhempa raber kir û bihost bi bihost xaka welatê me rizgar kirin.”

Dara tekez kir ku heta hêza wan hebe, ew ê li rex YPJ’ê bin û wiha domand: “Wê YPJ bi serbikeve, hetanî em sax bin em ê li rex wan bin. Weke dayîk ku rojane bi destê van dagirkeran û sîxuran kezeba me dişewite, heta dawiyê em tevî şervanên xwe yên keç (YPJ) li ber xwe bidin.”

'DIVÊ QADA HEWAYÎ BÊ GIRTIN'

 Dayika bi navê Şêrîn Dawûd jî da zanîn ku rojane dagirkeriya Tirk rojane li ser xaka wan komkujiyan pêk tîne û ev tişt anîn ziman: “Li hember berxwedana gerilayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê nema dikare pêş de gav biavêje, têk çûye. Dewleta Tirk ji ber vê binkeftinê berê xwe daye Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Dewleta Tirk ji Şoreşa Jinan ditirse.”

Yadê Şêrîn di dewama axaftina xwe de bal kişand ser hedefgirtina zarokan jî û got: “Rojane jin tê hedefgirtin bi taybet ji bo îrada jinan bişikînin. Ne tenê hêzên YPJ`ê, her wiha zarokên keç jî hedefdigirin. Em bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin ku qada hewayî ya herêmê bigirin.”

'EM Ê BI SERKEVIN'

Dayîka ji bi navê Selam Hacî ya ji bajarokê Çaxir Bazar jî destnîşan kir ku bi dil û can bi YPJ`ê re ne û got: “Çawa artêşa YPJ’ê parastina me tevan dike, em jî îro bi YPJ’ê re ne. Ji ber ne ji YPJ’ê ba, îro jin nedikarî wisa nêrînên xwe bi azadî bînin ziman. YPJ’ê bû sedem ku em bi erk û misyona xwe bihesin û erkê ku dikeve li ser milê me pê rabin.”

Selam daxuyand ku di oxira azadiyê de fedekariyên giranbiha didin, ev jî tê wateya ku xwedî hêz in, ji lew re dê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li kêleka zarokên xwe bin. Her wiha destnîşan kir ku li hember hovîtiya dewleta Tirk a dagirker ku ne hêzên leşkerî, ne ciwan, ne jin û ne zarok ji êrişên wê difilitin, ew ê bi dil û can û xwînê bi YPJ’ê re bin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo şervanên me îi bikeve li ser milê me em amade ne. Ji bo wê em ê bi serbikevin.”

(cx)

ANHA