​​​​​​​Dan û standina nukleerî û şerê li Sûriyê; gelo lihevkirina DYA-Îranê nêz e?

Di demekê de asta derfeta pêkanîna dan û standinên DYA-Îranê li ser dosyaya nukleerî ya Îranê û nêzbûna lihevkirinekê bilind bû, hêzên alîgirên Îranê û yên DYA’yê li Sûriyê di vê hefteyê de bi hev ketin. Gelo girîngiya vê yekê çi qas e?

​​​​​​​Dan û standina nukleerî û şerê li Sûriyê; gelo lihevkirina DYA-Îranê nêz e?
31 tebax, 2022   04:30
NAVENDA NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊX NÛR

Li gorî rapor û çavkaniyan, Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di rojên dawî de têkildarî zindîkirina lihevkirina 2015´an astengiyên dan û standinan derbas kirin û diyar e ber bi lihevkirinekê ve diçe. Lê di heman demê de, hêzên alîgirên Îranê û hêzên DYA’yê li Sûriyê di vê hefteyê de bi hev ketin, di encamê de 4 çekdarên DYA’yê hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Berpirsên amerîkî da zanîn ku ev êriş ne girêdayî dan û standinên nukleerî ne, lê rewşa niha balê dikişîne ser astengiya li pêşberî rêveberiya DYA’yê ya niha ku pêşketinê di xalên xwe yên sereke de li Rojhilata Navîn de pêk bîne anku lihevkirina nukleerî ji nû ve zindî bike. Ew jî hemwextî hedefgirtina DYA´yê û hevalbendên wê li herêmê ji hêla hêzên alîgirên Tehranê ve.

Analîzvan dibînin ku her ku DYA û Îran di pêşdeçûnên dan û standinanan de nêz bûn, lîstikvanên tundraw ên ji her du aliyan hewl didin vê pêşketinê rawestinînin, da ku krîzekê çêkin.

Lê hin jî dibêjin ku Tehran hewl dide çalakiya leşkerî li Sûriyê pêk bîne da ku hin serweriyan di dan û standinên nukleerî de qezenc bike, da ku hêzên DYA’yê ji Rojhilata Navîn derxe. Bi wê re Îranê serweriya xwe li herêmê di van çend salên dawî de berfireh kiriye.

DESTPÊKA DAWIYÊ

/kr/uploads/files/2022/08/30/184453_1.webp

Lêkolînerê misirî yê taybet bi kar û barên Îranê Hanî Silêman ji ajansa me re li ser mijarê axivî û wiha got: "Di heman demê de em hem pir nêz hem pir dûrî lihevkirinê ne. Gotina vê yekê nîşan dide ew e ku Joseph Borrell got em li pêşberî destpêka dawiya lihevkirinê ne. Ev têgeh jî 2 wateyan dide. Destpêka dawî bi wateya ku em nêzî lihevkirinê bûne. Bi wê re dan û standin bi dawî dibin û lihevkirin dê were nivîsandin an jî destpêka bidawîbûna hilweşandina van dan û standinan û vegera li sifirê ye."

Silêman wiha domand: "Ev ne cara yekem e ku em digihêjin vê nuqteyê, di rêvebirina dan û standinên destpêkê yên dema Trump de hin merheleyên berê hebûn. Pêşketinek der barê nivîsandina deqa dawî de hebû, lê di dawiyê de têk çûn."

Silêman da zanîn ku gelek propagandayên başkirina hewaya dan û standinê hene. Lê ji bo pêkanîna armancên sereke yên diyar her aliyek ji bo wergirtina hin qezencan hev teşwîq dikin.

Tehranê rêveçûna dan û standinan bi erênî wesif kir û di heman demê de piştrast kir ku ji xetên xwe yên sor danakeve. Lê Washingtonê jî diyar kir ku ew nêzî lihevkirinê bûne û Tehran amade ye hin tawîzan li ser dozên sereke bide.

JI BO LIHEVKIRINÊ BERJEWENDIYÊN WASHINGTON Û TEHRANÊ HENE

Pispor û analîzvan destnîşan dikin ku gihandina ber bi lihevkirineke nukleerî dibe ku kapasîteya Îranê li ser çêkirina bombeya nukleerî dereng bixe. Lê dê bihêle dewletên Ewropayê dan û standinê bi krîza enerjiyê ya dijwar re bike. Ew jî li ser paşxaneya kêmkirina Rûsya ji dayîna gazê ji Ewropa re pêk hat. Ji ber ku Ewropa bi çekan piştgiriya Ukranyayê dike û cezayên aborî li ser Moskovê ferz kirin.

Analîzvanan diyar kir ku ger cezayên li ser beşa enerjiyê ya Îranê hatin rakirin, dê krîza enerjiyê ya niha baş bike, ji ber wê di sûkan de petrola Îranê were belavkirin.

Analîzvanan eşkere kir ku Îranê piştî îmzekirina lihevkirinê, dikare rojane nêzî milyon bermîl petrol li sûkên cîhanê zêde bike. Îhtîmal e vê mîqdarê bi zêdebûna berhemdayîna xwe di sala bê de du qat an sê qatan rojane zêde bike. Ev mîqdara petrola zêde li sûkên cîhanê mezin e û dê bê guman hin tevliheviyan û buhabûnên bi sedema tevgera leşkerî ya Rûsya li Ukrayna û cezayên li ser Moskovê kêm bike. Ji ber wê çi lihevkirineke nû ya muhtemel dê ji yê berê siviktir bibe. Ji ber gelek qezencên darayî ji Îranê re pêk tîne.

Li ser mijarê, Hanî Silêman ev tişt got: "Gelek nîşane hene ku dê lihevkirin pêk were. Ev jî rastiyek e. Her aliyek dixwaze ev yek çêbe. Aliyê DYA’yê ji hilbijartinên nûkirina nîvî nêz dibe û li hember gelek pirsgirêkên di dosyayan de ye û dixwaze rûyê xwe baş bike û Îranê dûrî Rûsyayê bixe, dixwaze rûyê rêveberiya Biden piştî piştgiriya gelê li hundirê kêm bû baş bike. Ji ber wê Biden dixwaze serkeftinan pêk bîne. Ev yek jî ji bo DYA’yê girîng e, bi taybet aliyê Ewropa jî dixwaze lihevkirinek bi Îranê re çêbe.

Aliyê Îranê jî xwedî heman ajoyan e, lê bi awayekî cuda. Ew dixwaze cezayên li ser wê rabin, ji ber gefan li daneyên wê yên guncaw ji bo destekdayîna milîsan dike. Dê ev lihevkirin rewşa debarê li hundir baş bike û zextan rake."

Silêman ev tişt anî ziman: "Li gel her aliyekî ajoyên pêkanîna lihevkirinê hene. Lê mijar girêdayî gelek qezenckirinan e. Çer ku dema beriya hilbijartinên Mijdarê li DYA´yê heye, ez texmîn dikim ku aliyê Îranê ji bo vê yekê zextê li Washingtonê dike. Lê ji aliyekî din ve jî Îranê dixwaze bigihîne lihevkirinekê da ku azar û zextên li ser xwe rake. Lê bi awayekî zanistî aliyên DYA û Ewropayê bi awayekî lez dixwazin ev lihevkirin pêk were."

Îsraîl têkildarî zindîkirina lihevkirina nukleerî bi Îranê re reşnivîsa Ewropa red kir. fermandarên Til Avîv ên siyasî, leşkerî û ewlehî ev yek red kirin. Her wiha berpirsên payebilind ên Îsraîl hefteya borî serdana Washingtonê kir. Îsraîlê zextên li ser Biden ji bo vekişîna ji lihevkirina nukleerî zêde kirin. Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Îsraîlê Eyal Holata di heman roja ku tevlihevî li Sûriyê de çêbûne serdana Jake Sullivan li Koşka Spî kir.

Girêdayî mijarê Hanî Silêman wiha axivî: "Li wir hêmaneke pir girîng heye, ew jî tevgerên Îsraîlê ne. Îsralê pêkanîna lihevkirinê bi Îranê re bi karesatê wesif dike. Îsraîlê jî bi vê redkirinê rawabûnekê dide xwe da ku çi operasyonên pêşerojê li hundirê Sûriyê yan jî li dijî avahiyên nukleerî yên Îranê pêk bîne. Bi wê re Îsraîlê bi rêya redkirina vê lihevkirina nukleerî mafekî dide xwe û bi vê lihevkirinê ne bawer e û dixwaze zextê li DYA´yê bike ku lihevkirinê îmze neke."

Têkildarî rakirina Pasdarên Îranê ji lîsteya terorê ya DYA’yê, Hanî Silêman got: "Tehranê ragihand ku ew bi vê mijarê ve ne girêdayî ye. Lê li beramber wê jî asta texmînên xwe li ser bendên dîtir zêde kirin, bi taybet destkeftiyên aborî û qezencên ji firotina petrolê û dan û standina bi pereyên veşartî. Li kêlek wê jî divê aliyê DYA’yê garantiyan li ser hin mijarên pîşeyê yên girêdayî avahiyên nukleerî yên neeşkere yên Îranê bide, da ku Saziya Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) raporên xwe li ser wan avahiyan taloq bike."

SENARYOYÊN ALTARNATÎF

Analîzvanan da zanîn ku ger lihevkirineke nukleerî li gorî şertên Ewropayê çênebin, tu rageşî ji yên niha zêdetir pêk neyên. Berpirsên DYA’yê jî daxuyaniyên mîna vê yên têkildarî senaryoyên altarnatîf dan. Her wiha berdevka Koşka Spî Karen Jean-Pierre ragihand ku welatê wê û hevalbendên wî ji hemû senaryoyan re amade ne.

Li ser mijarê Hanî Silêman ev tişt anî ziman: "Li gorî DYA´yê, dibe ku li cezayên herî tund vegere û hin mijarên girêdayî senaryoyan dibe ku bi xebatên leşkerî yên diyar pêk bîne û derfetekê bide Îsraîlê da ku bi awayekî mezin li gorî erêkirina bi DYA´yê re tev bigere û êrişî hin nuqteyên nukleerî yên Îranê bike. Dibe ku ew yek bi rêya hedefgirtina hevalbendên DYA´yê bin mîna Erebistana Siûdî li Yemenê, hedefgirtina keştiyan, gefxwarinên li dijî civata navneteweyî û çalakkirina Pasdaran li Kendavê, pêkanîna hin operasyonan û zextkirina li paytextên ereban. Mîna çwa Hizbullah li Lubnanê zextê dike yan jî hin kiryaran li dijî DYA´yê û Îsraîlê li Sûriyê dike."

Silêman diyar kir ev stratejî ne, ji ber Îranê ew bi awayekî mezin bi kar anî. Ew yek ji fikrê zextkirina Îranê li ser berjewendiyên DYA’yê ne qut e.

Berpirsên Rûsya û Îranê heta berpirsên Tirkiyê daxuyaniyên mîna vê dan ku divê DYA ji Sûriyê derkeve. Hanî Silêman da zanîn ku di navbera Tirkiyê, Rûsya û Îranê de li Tehranê lihevkirinek li ser hin mijarên girêdayî Sûriyê çêbûn.

Hanî Silêman wiha gotina xwe bi dawî kir: "Hedefgirtina hêzên DYA´yê ji aliyê Îran û milîsên wê ve, parçeyek ji dan û standinên nukleerî ne qut e. Ev dan û standin ne tenê pîşeyî û nukleerî bi rê ve diçin. Lê li paytextên din û bi alavên cuda tên birêvebirin, da ku zextê bikin û armancan pêk bînin. Îran jî vê yekê dike û dê rageşiyê di dema pêş de zêde bike, bi taybet mijara pevçûn û girêkirina dosyayên di navbera Washington û Moskovê de û kişandina aliyê Tirkiyê, ji bo pêkanîna aramiyekê li Sûriyê ye û formeke lihevkirinê wergire û berjewendiyên xwe misoger bike. Ev yek jî hebûna lihevkirina Rûsya, Îran û Tirkiyê li hember Washingtonê nîşan dide."

(fr)

ANHA