​​​​​​​‘Kongreya Yekemîn a Jinên Ermen gaveke girîng e da ku em xwe komî hev bikin’

Şervanên jin ên Ermen diyar kirin ku Yekemîn Kongreya Jinên Ermen ji bo komkirina jinên Ermen piştî qirkirina ku bi destê Osmaniyan pêk hatî, gaveke girîng e. Her wiha tekez kirin ku bi hevgirtina jinên ji hemû pêkhateyan dê bersiva êrişên dagirkeriya Tirk bidin û wê têk bibin.

​​​​​​​‘Kongreya Yekemîn a Jinên Ermen gaveke girîng e da ku em xwe komî hev bikin’
30 tebax, 2022   23:36
HESEKÊ-SILAVA EBDUREHMAN

Duh li bajarê Hesekê bi dirûşmeya “Yekitiya Jinên Ermen piştî qirkirina 107 salan xwe di Şoreşa Rojava de bi rêxistin dike û xaka Rojava diparêze” Yekemîn Kongreya Jinên Ermen hat lidarxistin. Di encama kongreyê de, Yekitiya Jinên Ermen hat damezrandin û seroka wê hat hilbijartin. Ajansa me bi şervanên jin ên Tabûra Şehîd Nûbar Ozeniyan re hevpeyvîn çêkirin. Tabûra Şehîd Nûbar di salvegera 104`an a Qirkirina Ermenan ku bi destê Osmaniya pêk hatiye, di sala 2019`an hat damezrandin.

‘JI BO AVAKIRINA YEKITIYEKE JINÊN ERMEN A XURT’

/kr/uploads/files/2022/08/30/184831_.jpj.webp

Şervana bi navê Hele Hemîd El Hisên a ji bajarê Hesekê têkildarî lidarxistina kongreyê wiha axivî: “Ev kongreya me ji bo komkirina hemû jinên Ermen û avakirina yekitiyeke bi hêz û xurt e, da ku em li dijî hemû gef û qirkirinên li dijî jinên Ermen bisekinin.”

Hele destnîşan kir ku dewleta Tirk dijminekî dîrokî yê gelê Ermen e û wiha domand: “Beriya 107 salan li dijî me qirkirinên komî pêk anîn. Heta roja îro jî qirkirin û komkujiyan pêk tîne. Em îro li vir kom bûne da ku ji tevahî cîhanê re îsbat bikin em hene û em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Hele El Hisên tekezî bi biryardariya jinên Ermen a berxwedan û têkoşîna li hember faşîzmê kir û ev li axaftina xwe zêde kir: “Em ê bi ked û îsrara xwe dawî li faşîzmê bînin. Îro jinên Ermen mil bi mil û dest bi dest, dê tiştên xwe yên mayî biparêzin. Em ê nehêlin ku komkujiyên li dijî me û gelê me dubare bibin. Em ê dijminê Tirk û her aliyên ku şer li dijî me radigihînin tune bikin.”

Hele ev peyam da dewleta Tirk a dagirker: “Em dubare dibêjin, tu nikarî me têk bibî. Tuyî nikaribî îsrar û vîna me ya berxwedanê kêm bikî. Ji îro û pê ve em ê dengê jinên Ermen bilind bikin. Jinên Ermen encama hebûn û têkoşînê ne.”

Hele da zanîn ku wekî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû ol û mezheban li ser xaka pêşiyên xwe ne û dê dijminê Tirk ê faşîst têk bibin, ala Ermenan û dengê jinên Ermen bilind bikin.

Têkildarî girîngiya lidarxistina vê kongreyê ji bo jinên Ermen, Hele ev tişt anîn ziman: “Pêdiviya me bi lidarxistina vê kongreyê û avakirina yekitiyeke jinên Ermen a xurt hebû. Da em ji cîhanê re tekez bikin ku em gelekî berxwedêr in û kes nikare me qir bike.”

Hele wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Dewleta Tirk a dagirker bi serkêşiya Erdogan soza dagirkirina herêmên me died, cîhanê dixapîne û dibêje ew xwedî serwerî û hêz e. Lê belê ew ê li hember hevgirtina pêkhateyan bi ser nekeve. Dest bi dest em ê armanca xwe ya jiyana azad û birûmet ku tê de demokrasî û azadî serwer û her kes xwedî maf û erkên wekhev e, pêk bînin.”

‘EM Ê LI GORÎ RÊGEZA NETEWEYA DEMOKRATÎK TÊ BIKOŞIN’

/kr/uploads/files/2022/08/30/184728_-medium.webp

Şervana bi navê Kohar Bakiryan jî bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker û dewleta Osmanî ya têkçûyî hewl dan pêkhateya Ermen qir bikin û got: “Qirkirina ku sala 1915`an pêk hatî, nîşaneya herî mezin a wê yekê ye.”

Kohar daxuyand ku qirkirina li dijî Ermenan pêk hatî mafên wan ji destê wan girtin û wiha pê de çû: “Ez bi esilê xwe Ermen im, lê bi zimanê kurdî diaxivim. Ez zimanê xwe nizanim. Bi lidarxistina vê kongreyê, cara yekemîn em ji tevahî cîhanê re îsbat dikin ku pêkhateya Ermen û jinên Ermen hene. Armanca me yekirina refên jinên Ermen e û nasandina wê bi rastî û dîroka wê ye.”

Kohar Bakiryan tekez kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên domdar ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê nikaribe îradeya gelên herêmê qir bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê li hember dagirkeriya Tirk û çeteyê wê bisekinin, em ê li gorî rêgeza neteweya demokratîk tê bikoşin.”

‘JIYANA AZAD NIKARE BÊ TUNEKIRIN’

/kr/uploads/files/2022/08/30/184701_-jpj.webp

Sona Ozeniyan jî bal kişand ser armanca wan ji beşdarbûna kongreyê û got: “Em li vir in da ku yektiyeke jinên ji pêkhateyên Ermen, Aşûr, Keldan, Êzidî, Ereb û Kurd ava bikin, refên xwe bikin yek û zihniyeta baviksalar di civakê de bi dawî bikin. Bi wê yekê em ê jinan azad bikin, ku ew yek misogerkirina azadiya tevahî civakê ye. Da ku em karibin hêza xwe bikin yek û li hember hemû astengiyan bisekinin, çi yên ji aliyê dagirkeriya Tirk ve, çi jî yên ji aliyê zihniyeta baviksalar ve.”

Sona amaje bi siyaset û sûcên dagirkeriya Tirk li dijî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha domand: “Dagirkeriya Tirk nikare jiyana azad tune bike. Siyaset û kiryarên dagirkeriya Tirk dûrî mirovahî û exalq in. Di Qirkirina Ermenan de ku sala 1915`an bi destê dewleta Osmanî pêk hatî, bi hezaran kes hatin kuştin.”

Şervana bi navê Sona Ozeniyan di dawiya axaftina xwe de tekezî bi girîngiya hevgirtina hemû pêkhateyan û bi taybet jinan ji bo bersivdayîna astengiyên li pêşiya jinan kir û got: “Divê hemû jin, bi taybet jinên Ermen li dijî hemû êriş û komkujiyên ku dagirkeriya Tirk li dijî gelan pêk tine, serî hildin.”

(cx)

ANHA