​​​​​​​Malbatên şehîdan: Planên qirkirina Kurdan bi ser nakevin

Malbatên şehîdan berxwedana gerîlayan a li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker silav kir û got “Planên qirkirina Kurdan bi ser nakevin.”

​​​​​​​Malbatên şehîdan: Planên qirkirina Kurdan bi ser nakevin
28 tebax, 2022   01:47
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÊ

Dewleta Tirk a dagirker di her fersendekê de bi desteka NATO'yê çekên giran, bombeyên taktîk nukleer û yên kîmyewî yên qedexekirî li dijî gerîlayên azadiyê bi kar tîne.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya 23'yê Tebaxa 2022'yan, artêşa Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê 8 caran bombeyên nukleer yên taktîkî û çekên kîmyewî bi kar anîn.

Li gorî Peymana Qedexekirina Çekên Nukleer ku 22'yê Çileya 2021'an de ket meriyetê, çekên nukleer li gorî qanûnên navneteweyî û mirovî qedexe ne, nabe ku di tu mercî de ev çek werin pêşxistin an jî ceribandin an hilberandin û depokirin. Dewleta Tirk jî ev peyman îmze kiriye, lê çekên nukleer li dijî gerîla bi kar tîne.

/kr/uploads/files/2022/08/27/190632_-.webp

Bavê gerîlaya YJA Star Hebûn e ku sala 2015'an di berxwedana Kobanê de şehîd bûye, Osman Mihemed Murad diyar kir ku di dirêjahiya dîrokî de gelê Kurd bi çekên kîmyewî û nukleerî rastî komkujiyan hatin û got: "Heger bikaribin wê çiyayan li ser serê Kurdan hilweşînin, armanca wan ne partiyek tenê ye, lê gel bi tevahî ye."

'KURDISTAN KIRINE QADA CERIBANDINA ÇEKÊN QEDEXEKIRÎ'

Mihemed Murad bal kişand ser binkeftina dewleta Tirk li hemberî berxwedana gerîla û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Di aliyê bejahî de nikarin gerîla têk bibin, ji ber vê yekê çekên ku di qada navneteweyî de qedexekirî û çekên nukleer li dijî gerîlayên me bi kar tînin. Ev êrişên hovane dibin sedema şewitandina daristan, lawir û xwezaya Kurdistanê."

Bavê şehîd Hebûn, Osman Mihemed Murad îşaret pê kir ku piraniya dewletan beşdarî êrişên li dijî Kurdan bûne û xaka Kurdistanê bûye qada ceribandina çekên qedexekirî.

'NIKARIN ÎRADEYA ME TÊK BIBIN'

/kr/uploads/files/2022/08/27/190610_-.webp

Dayika gerîlaya şehîd a bi navê Rûken, Şewafa Tahir bal kişand ser bikaranîna çekên nukleer li dijî Kurdistanê û got: "Dijmin bi van çekan hewl dide me qir bike, lê bila baş bizane ku bi planên xwe yên qirêjî nikare Kurdan qir bike."

Dayika şehîd Rûken her wiha got: "Di êrişên li ser Kurdistanê de, şervan û zarokên me bi çekên nukleer dikin hedef, lê tu kes dengê xwe nake."

Şewafa Tahir anî ziman ku dayikên şehîdan van êrişan û bi karanîna çekên qedexekirî li dijî gelê Kurdistanê qebûl nakin û wiha dom da axaftina xwe: "Dewleta Tirk a dagirker nikare li hemberî berxwedana gerîla gavekê bi pêş de biavêje, ji ber vê yekê çekên wiha bi kar tîne. Lê em îradeya xwe ji fikirên rêber Ocalan digirin ku ji çekên wan bi hêztir e."

'DEWLETÊN KU ÇEK QEDEXE KIRINE ŞÎRÎKÊN KOMKUJIYÊN LI DIJÎ KURDAN IN'

/kr/uploads/files/2022/08/27/190646_-.webp

Bavê gerîla Can Welat a ku di êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya sala 2014'an a li ser Şengalê şehîd bûye, Mihyedîn Hesen da zanîn ku dewlet û rêxistinên ku îdiaya parastina mafên mirovan dikin bi bêdengiya xwe dibin şîrîkên komkujiyên li dijî Kurdan û got: "Di êrişên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de zarokên me bi çekên qedexekirî li pêş çavê cîhanê şewitandin. Îro jî li çiyayên Kurdistanê heman çekan li dijî gerîlayan bi kar tînin.”

Mihyedîn Hesen anî ziman ku hewldanên dewletan ên qirkirina Kurdan dê bi ser nekevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev dewlet bi rêya çekên kîmyewî dê nekarin Kurdan qir bikin. Berxwedan û yekitî rêbazên yekane yên sekna li hemberî van sûcan e. Divê gelê me li hemberî van sûcan dakeve qadan û destkeftiyên xwe ji êrişên dagirkeriyê biparêze."

ANHA