​​​​​​​Munîr Edîb: Li hemberî dewleta Tirk û DAIŞ'ê, divê civata navneteweyî destekê bide QSD'ê

Pisporê kar û barên komên tundraw Munîr Edîb hişyarî da ku dijwarbûna êrişên dewleta Tirk li ser herêmê xetereyeke rasteqîn li ser stratejiya li hemberî DAIŞ'ê ye ku divê civata navneteweyî li hemberî wê bisekine.

​​​​​​​Munîr Edîb: Li hemberî dewleta Tirk û DAIŞ'ê, divê civata navneteweyî destekê bide QSD'ê
28 tebax, 2022   03:17
NAVENDA NÛÇEYAN- LÎLAV DÊWANÎ

Di demên dawîn de çalakiyên çeteyên DAIŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet li kampa Holê zêde bûn. Kampa Holê kampeke herî xeternak a cîhanê ye. Di demekê de ku gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê zêde bûn, li vê kampê rêjeya sûcan bi awayekî berbiçav zêde bûye. Êrişên ji aliyê rejîma Tirk ve bandorê li têkoşîna QSD'ê ya bi desteka Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê dike.

Di daxuyaniya roja 25'ê Tebaxê ya Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de hate diyarkirin ku şaneyên çeteyên DAIŞ'ê li kampa Holê îsal 43 çalakiyên terorê pêk anîne, 44 kes, jê 14 jin û 2 zarok, qetil kirin. Her wiha 13 hewldanên revandina niştecihên kampê kirine, gelek caran kamp şewitandin dema ku qurbanî di xew de bûn, madeyên alîkariyê, pêwîstiyên saziyên tenduristî û xizmetguzarî telef kirin û hewl didin dîwarê ewlehiyê yê li derdora kampê rakin û tevliheviyê derxin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Kontrolkirina kampa Holê armanca duyemîn ya çeteyên DAIŞ’ê piştî kontrolkirina zindana Sînaa ya Hesekê bû. Şaneyên vê rêxistinê bi êrişa li ser zindanê hewl dan ku ji hundirê kampê û derveyî wê ve çend caran êrişan pêk bînin da ku ji xwe re korîdorekê ber bi herêmên rojhilatê Sûriyê ve ku bi sînorê Iraqê, çolistana Sûriyê û sînorê Tirkiyê tên girêdan, vekin; jixwe hêzên me û Hêzên Sûriya Demokratîk gelek kes ji wan girtin û plana wan a metirsîdar têk bir. Lê belê ev plan di dema dawîn de bi awayekî metirsîdar di meriyetê de ma."

20'ê Çileya 2022'yan, şaneyên çeteyên DAIŞ'ê êrişê girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê kir da ku DAIŞ'iyên girtî birevînin. QSD'ê di çarçoveya Pêngava Gurzê Gelan ku hefteyekê dewam kir, ev plan têk bir.

Li ser vê yekê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi desteka QSD, YPJ û YPG'ê di 25'ê vê Tebaxê de qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ji bo lêgerîna şaneyên çeteyên DAIŞ'ê li Kampa Holê ragihand. Pêngav hîna berdewam dike.

Kampa Holê ji 8 beşên sereke pêk tê. Di kampê de 54 hezar û 390 kesên sûrî û iraqî hene. Her wiha 8 hezar û 91 malbatên çeteyên DAIŞ'ê hene. Kamp mîna bombeyeke li ber teqînê ye, ji ber ku DAIŞ hewl dide fikirên tundraw di nava niştecihan de biçîne. Li hemberî van hewldanan civata navneteweyî tu stratejî ji bo tunekirina fikrên tundaw danenîne.

'ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK DAIŞ'Ê ÇALAK DIKIN'

/kr/uploads/files/2022/08/27/185926_-.webp

Pisporê kar û barên komên tundraw Munîr Edîb ji ANHA'yê re axivî û diyar kir ku bi zêdebûna gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bombebarana bi balafirên bêmirov ên biçek re, çalakiya çeteyên DAIŞ û rêjeya sûcan li kampa Holê zêde bûne. Munîr Edîb çalakbûna DAIŞ'ê wek aloziyeke rasteqîn bi nav kir û wiha got: "Malbatên DAIŞ'î sûdê ji êrişên Tirkiyê yên li ser herêmê digirin da ku çalakiyên tolhildanê bikin a jî hewl bidin ku ji kampê birevin, an jî kesên li gorî qanûnên wan tev nagerin, qetil bikin û her tim hewl didin fikirên tundraw di nav niştecihan de belav bikin. Şaneyên DAIŞ'ê mercên siyasî, leşkerî û ewlehî yên derdorê bi kar tînin. Tirkiye jî hewl dide rêxistinên îslama siyasî ji bo pêkanîna planên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xizmeta berjewendiyên xwe yên siyasî bi dewletên derdorê re yan jî têkiliyên xwe yên navneteweyî bi kar bîne."

Edîb îşaret pê kir ku her êrişeke dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê xetereyeke rasteqîn li ser stratejiya li hemberî DAIŞ û rêxistinên tundaw ên li kampan çêdike û wiha dom da axaftina xwe: "Her kiryareke leşkerî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê li gorî berjewendiyên rêxistina DAIŞ'ê be. Ji ber vê yekê divê civata navneteweyî li hemberî her kiryareke leşkerî li ser herêmê destwerdanê bike da ku bandorê li hêza DAIŞ'ê, şaneyên razayî û yên çalak, an jî tundrawên ku li kampên ku ji bo wan hatine avakirin, neke."

Edîb destnîşan kir ku çareseriya yekane ya li hemberî şaneyên DAIŞ'ê û malbatên wan ên li kampan jihevistin û şandina wan DAIŞ'iyan li welatên wan in. Munîr Edîb got: "Pirsgirêkeke me ya rasteqîn heye, dibe li kampa Holê, Kampa Roj û kampên din ên ku hejmareke mezin a tundrawan lê hene, çi zarok, an jî kal an jî malbatên DAIŞ'î be. Ji ber vê yekê çareseriya yekane ya li hemberî vê bombeya li ber teqînê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku ev tundraw werin jihevxistin û ber bi dewletên wan ve werin şandin. Di heman demê de girtîgehên DAIŞ'iyan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê barek in ku herêm nikare ragire, tenê ev bes e ku Hêzên Sûriya Demokratîk têkoşîna li hemberî wan bikin. Niha rol li ser civata navneteweyî dimîne ku wan tundrawan vegerînin welatên wan. Girîng e ku kamp werin jihevxistin."

Pisporê kar û barên komên tundraw Munîr Edîb di dawiya axaftina xwe de got: "Divê civata navneteweyî li hemberî xetereya çeteyên DAIŞ’ê û rêxistinên tundraw ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, heke li kampan be, an jî girtîgeh an jî li derveyî wan bin, destekê bide Hêzên Sûriya Demokratîk. Her wiha li hemberî êrişên dijwar ên Tirkiyê yên li ser herêmê destekê bide van hêzan, ji ber ku ev êriş dikevin xizmeta hêza DAIŞ’ê û şaneyên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha ev êriş hêza ku li hemberî vê rêxistina tundraw berpirsyariyên xwe pêk tîne, lawaz dike."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku qonaxa yekemîn a pêngavê di 28'ê Adara 2021'ê de dest pê kir û 2'yê Nîsana heman salê bi dawî bû. Di wê pêngavê de, di nav de 20 serçete, bi giştî 125 çete hatin girtin.

ANHA