Bîlançoya roja sêyem a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê

Xebatên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê di roja sêyemîn de bi dawî bû. Gelek çete hatin girtin, kort, cihê mêjîşûştina zarokan û tunel hatin bêbandor kirin.  

Bîlançoya roja sêyem a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê
Bîlançoya roja sêyem a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê
Bîlançoya roja sêyem a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê
Bîlançoya roja sêyem a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê
Bîlançoya roja sêyem a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê
Bîlançoya roja sêyem a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê
Bîlançoya roja sêyem a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê
Bîlançoya roja sêyem a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê
Bîlançoya roja sêyem a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê
27 tebax, 2022   17:44
HESEKÊ

Xebatên lêgerîn û girtina şaneyên DAIŞ`ê yên roja sêyemîn bi dawî bû. Çi qewimî nûçegihanên me yên pêngavê kêlî bi kêlî dişopînin bi dîmen û wêneyan parve dikin.

Pêngav di roja xwe ya sêyemîn de saet 05:00`an de bi tevlêbûna bi sedan endamên hêzê dest pê kir. Hêzên Ewlekariya Hundirîn destpêkê bi baldarî xebatên lêgerînê di konan de pêk anîn. Paşê pênaberan ji bo wergirtina sicîlan birin navendê. 

*Piştî bidawîkirina beşek ji xebatên lêgerînê di beşa yekemîn a kampê de, şaneyên DAIŞ`ê agir berda du konên koçberên li beşa yekê. Di encamê de zarokek bi navê Zeyneb a ji Iraqê birîndar bû. Hêzên Ewlekariya Hundirîn yekser agir vemirandin û Heyva Sor a Kurd jî ew rakir nexweşxaneya Hesekê.

*Di saetên piştî nîvro de malbatên çeteyên DAIŞ`ê êrişî endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên jin kirin ku sicîlan werdigrin û di encamê de 2 endam birîndar bûn.

*Jinên ku cilên reş li xwe kiribûn, li Kampa Holê êrişî penabereke iraqî ya 62 salî kir dema ku di dora xwe ya nûkirina sicîlan de sekinîbû û ew birîndar kir.

*Hêzên Ewlekariya Hundirîn di roja sêyemîn a Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" de 6 çeteyên şaneyên DAIŞ´ê li beşa yekemîn a Kampa Holê girtin û xendekeke çeteyan dîtin.

*Navendeke veşartî ku çeteyên DAIŞ`ê ji bo şûştina mêjiyê zarokan bi kar dianîn, hat dîtin û rûxandin.

*Zarokên li kampê êrişî hêzên ewlekariyê kirin û gef li wan xwarin. Hêzên ewlekariyê bi awayî hesas zarok dûrxistin.

*Gelek kortên ku tê texmînkirin cenazeyên penaberên hatine kuştin tê de dihatin veşartin, hatin xetimandin.

*Hejmareke kon hatin rakirin. Ev kon bi taybet wekî cihên perwerde û dadgehkirina jinan dihatin bikaranîn.

*Duh Hêzên Ewlekariya Hundirîn sicîla 813 pênaberên iraqî û sûrî yên di beşa yekemîn a kampê de wergirt. Îro jî sicîla bi sedan penaberan girt. 

Sibê wê di saetên sibehê de pengav di roja xwe ya çaran de bidome.

ANHA