Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê": Navendeke çeteyan a mejîşûştina zarokan hat rûxandin-HATE NÛKIRIN

Di roja sêyem a Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" de navendeke veşartî ku çeteyên DAIŞ`ê ji bo şûştina mêjiyê zarokan bi kar dianîn, hat dîtin û rûxandin. Her wiha gelek kortên ku tê texmînkirin cenazeyên penaberên hatine kuştin tê de dihatin veşartin, hatin xetimandin û hejmareke kon hatin rakirin.

Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê": Navendeke çeteyan a mejîşûştina zarokan hat rûxandin-HATE NÛKIRIN
Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê": Navendeke çeteyan a mejîşûştina zarokan hat rûxandin-HATE NÛKIRIN
Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê": Navendeke çeteyan a mejîşûştina zarokan hat rûxandin-HATE NÛKIRIN
Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê": Navendeke çeteyan a mejîşûştina zarokan hat rûxandin-HATE NÛKIRIN
Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê": Navendeke çeteyan a mejîşûştina zarokan hat rûxandin-HATE NÛKIRIN
27 tebax, 2022   09:53
HESEKÊ – CÎHAN BÎLGÎN-EHMED SEMÎR

Qonaxa duyemîn a Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" li Kampa Holê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve bi piştgiriya QSD, YPG/YPJ`ê di roja xwe ya sêyemîn de berdewam dike. Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, di 2 rojên destpêkê yên pêngavê de 5 tunel hatin dîtin, 27 çeteyên şaneyên DAIŞ`ê hatin girtin û 33 konên ku ji bo belavkirina fikrên tundraw ên DAIŞ`ê dihatin bikarnaîn, hatin rakirin.

Rakirina konan, girtina çeteyên DAIŞ`ê û lêgerîna li tunelan îro jî li beşê yekemîn ê Kampa Holê ku taybet bi penaberên Iraqê ye didome.

Îro di çarçoveya operasyonên paqijkirin û lêgerînê yên li beşa yekemîn a kampê de navendeke ku çeteyên DAIŞ`ê tê de mêjiyên zarokan dişûştin, hat dîtin. Navend ji sê xaniyan pêk dihat ku bi keviran hatibû avakirin. Xanî bi konan hatibû veşartin. Bi taybet di zivistanê de di wan xaniyan de perwerde ji aliyên şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê ve dihat dayîn. Şaneyên veşartî yên ku bûyerên kuştinê pêk dianîn xwe di wan xaniyan de diveşartin.

Hêjaye gotinê ku avakirina xaniyan di Kampa Holê de qedexe ye.

Di dema xirabkirina navenda îro hatiye dîtin de zarokên kampê êrişî hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin. Her wiha tiliya xwe rakirin (sembola qaşo "dewleta xîlafetê") û gef li hêzên operasyonê xwarin. Hêzên Ewlekariya Hûndirîn bi baldariyek mezin nêzî zarokan bûn û ew belav kirin.

Di çarçoveya operasyonên paqijkirin û lêgerîn de her wiha gelek kort ango projeyên tunelan jî hatin dîtin. Di wan kortan de tê texmînkirin ku cenazeyên pênaberên ji aliyê şaneyên DAIŞ`ê ve hatine kuştin, tên veşartin. Her wiha çek û amûrên ji bo kuştinê bi kar tînin li wan kortan dihatin veşartin. Balkêş e ku ev kort û tunel di bin konan de derdikevin. Ev kort û tunel ji aliyê hêzên di operasyonê de cih digrin, hatin bêbandorkirin.

(cx)

ANHA