ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-08-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-08-2022
26 tebax, 2022   23:00

-Qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve li Kampa Holê hatiye ragihandin, du roja sêyemîn de dewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şêniyên bajarê Qamişlo meşekê li dar xistin, meş ji çerxerêya Şerq dest pê dike, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya konvendanê ya bi diruşma "Kanî dadmendiya we?" ya ku ji aliyê Kongra Star û HPC-Jin ve hatiye lidarxistin, di roja 16'an de li ber avahiya NY'yê ya li bajarê Qamişlo dewam dike, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

--Meclisa Giştî ya PYD û Partiya Guhertina û Ronesans a Sûriyê bi diruşma "Na ji dagirkeriya Tirk e, banga rizgarkirina tevahî xaka Sûriyê" komxebatekê li hola Star Lait a taxa Şêxmeqûsd a Helebê li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di çarçoveya Operasyona Sondê ya QSD’ê de derbe li tora MÎT’ê ya li herêmên dagirkirî yên wekî Efrîn, Cerablus û Girê Spî ku ji Dîlokê ve tê rêvebirin jî hate xistin. Mikurhatinên sîxurên wê torê ku ji aliyê QSD’ê ve hatine girtin, di Ronahî TV de hatin weşandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jinên Kampa Holê sûcên ku ji aliyê şaneyên çeteyên DAIŞ'ê ve li ser wan hatine kirin, parve dikin. Jinekê diyar kir ku şaneyên DAIŞ'ê keça wê qetil kirin, lê ne dikarî tiştekî bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevseroka Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Leyla Hesen diyar kir ku ji ber ambargoya ku firqeya 4'an a hikumeta Şamê li ser taxan ferz kiriye wê derman li dermanxaneyan xilas bibin û got, ev ambargo karekî ne mirovî û ne exlaqî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di demekê de ku behsa hewldanên lihevhatinê yên dewleta Tirk bi hikumeta Şamê re tê kirin, dewleta Tirk a dagirker nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li ser sînor dike hedef. Siyasetmedar Fîras Qesas li ser mijarê anî ziman ku ev hedefkirin nameyên zextê yên li ser Şamê ne da ku wê neçar bike ku lihevhatinê qebûl bike. Her wiha got, her lihevhatinek wê bandoreke neyinî li rewşa Sûriyê bi giştî bike. (BI WÊNE).

- Şêniyên bajarê Minbicê êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku gelê herêmê bi giştî û jina azad bi taybetî hedef digire şermezar kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Evîn Cuma diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi qutkirina ava vexwarinê ya Stasyona Elok li ser şêniyan, sûcê şer dike û avê wek çekekê li dijî gelan bi kar tîne û bang li Xaça Sor a Navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bike da ku siyasetên xwe yên li ser avê rawestîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

RAPOR

- Bi zêdebûna êrişên artêşa Tirk  a dagirker re, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pergala parastina rewa xurt kirine. Di vê raporê de em ê mînakên ber bi çav li ser rewşa parastina rewa ya gel bi bîr bixin ku di hemû qanûn û olan de wekî mafekî bingehîn hatiye destnîşankirin. (BI WÊNE).

ANALÎZ

- Şoreşa bingehîn û esasî şoreşa çandî ye. Her şoreş heta şoreşa xwe ya çandî pêk neyînê nikare xwe mayinde bike. Divê şoreşa leşkeri û siyasî bi şoreşa çandî ve were temamkirin.

- Li Tirkiyê azadiya takekesî û derbirînê, mafên jin, zarok û pêkhate û beş û çandên din ên ne tirkî tune ne. Li Tirkiyê mirovên ne Tirk rastî kiryarên nîjadperestiyê tên. Di girtîgehên li Tirkiyê de bi hezaran girtiyên siyasî yên derbirînê, bi hezaran jin û çalakvanên mafên jin û zarokan bêyî tu sûc û gunehî hatine ragirtin. Her wiha hejmareke mezin a rojnamevan, hiqûqnas û parêzvanên mafên mirovan di wan girtîgehan de hene. Tirkiye welateke ku mirov ne Tirk be rastî sûcên nîjadperestî, nefret, kiryarên faşîst û yên ne exalqî tê. Ya herî zêde para xwe ji van sûc û binpêkirinan digire, jin in.

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

- Aloziya siyasî ya li Iraqê roj bi roj kûrtir dibe û tu nîşaneyên çareseriyê ne xuya ne. Lêkolînerekî iraqî dibêje, dibe ku bi vejandina peymana nûkleerî ya di navbera Îran û DYA'yê de ev alozî bi dawî bibe, ji ber ku rola her du aliyan di aloziya li welat de hene.

ANHA