Bi boneya Roja Qurbanên Terorê ya Navneteweyî li Helebê çalakî

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê ya Herêma Efrînê bi boneya Roja Qurbanên Terorê ya Navneteweyî çalakiyek ji gaziyan re li dar xist.

Bi boneya Roja Qurbanên Terorê ya Navneteweyî li Helebê çalakî
23 tebax, 2022   16:58
 HELEB-ARIF SILÊMAN

Komeleya Giştî ya NY li gorî biryarnameya 72/165, ji bo bîranîna qurbanên terorê û ji bo piştgiriya wan bike, 21`ê Tebaxê wek Roja Qurbanên Terorê ya Navneteweyî diyar kir.

Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê ya Herêma Efrînê, bi vê boneyê çalakiyek bi dirûşma “Birîna we rûmeta me ye” li hola Star Layit a herêma Şiqeyif a Helebê li dar xist. Bi dehan gaziyên ji Şehba, Efrîn û Helebê tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de ji fermandarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Şervan Efrîn axivî û got: “Şoreşa Tevgera Rizgariya Kurdistanê destkeftiyên dîrokî bi dest xistin. Gaziyan jî ax û welatê xwe parast. Ji ber wê ew ji bo gelên azad rêgez û bingeh in.”

Şervan Efrîn wiha domand: “Di Şoreşa Rojava de jî, bi hezaran ciwan ji hemû pêkhateyan tev li vê şoreşê bûn. Di oxira şoreşê û ji bo pêkanîna azadî û demokratiyê de parçeyek laşê xwe kir qurban.”

Şervan Efrîn diyar kir ku birîndaran, di eniyên parastina gelên herêmê de yên li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û terorîstan, li ber xwe da û tê koşiya.

Paşê Saziya Birîndarên Şer a Kantona Şehba şanoyek bi navnîşan “Berxwedan jiyan e” ya têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û berxwedana YPG`ê li hemberê pêşanda.

Piştre Koma Şehîd Engîzek a girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya kantona Efrînê gelek stranên şoreşgerî, erebî û efrînî gotin û beşdaran xelekên govendê li ber gerandin.

Di dawiyê de diyarî li endamên Saziya Birîndarên Şer a taxa Şêxmeqsûd a Helebê hatin belavkirin.

ANHA