Beşdarên konvedana Şehbayê: Erdogan û çeteyên wê ji islamê dûr in

Kongra Civaka Îslamî ya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Saziya Olî yên Efrînê û Şehbayê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê çalakiyeke konvedanê li dar xist. Beşdaran destnîşan kir ku tu eleqeya dewleta Tirk û çeteyên wê bi islamê tune ye.

Beşdarên konvedana Şehbayê: Erdogan û çeteyên wê ji islamê dûr in
Beşdarên konvedana Şehbayê: Erdogan û çeteyên wê ji islamê dûr in
Beşdarên konvedana Şehbayê: Erdogan û çeteyên wê ji islamê dûr in
Beşdarên konvedana Şehbayê: Erdogan û çeteyên wê ji islamê dûr in
Beşdarên konvedana Şehbayê: Erdogan û çeteyên wê ji islamê dûr in
Beşdarên konvedana Şehbayê: Erdogan û çeteyên wê ji islamê dûr in
Beşdarên konvedana Şehbayê: Erdogan û çeteyên wê ji islamê dûr in
Beşdarên konvedana Şehbayê: Erdogan û çeteyên wê ji islamê dûr in
23 tebax, 2022   16:15
ŞEHBA

Saziya Olî ya Efrîn û Şehbayê li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê çalakiyeke konvedanê li dar xist.

Di çalakiyê de serokê Kar û Barên Olî ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê, Elî El Hesen, endamê Saziya Olî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Yehya Mehmûd û nûnerên olan, partiyên siyasî, Meclisa Malbatên Şehîdan û meclisên kantonên Efrîn û Şehbayê beşdar bûn.

Di destpêka çalakiyê de endamê Saziya Olî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yehya Mehmûd wiha axivî: “Em xwediyên projeyek û dozeke rewa ne. Ew ên ku islam ji bo veşartina sûcên xwe bi kar anîne û di bin navê ol de komkujiyan pêk tînin, tu eleqeya wan bi islamê tune ye. Ew ên ku bi awayekî hovane zarokên me dikujin û jinên me koçber dikin. Di bin fermanê dijminekî hov de ku rêzê ji cîrantiyê re nagire, şerê me dikin û me dikujin.”

Endamê Saziya Olî ya Efrîn û Şehbayê Mîad Rislan wiha axivî: “Tu eleqeya dewleta Tirk û çeteyên wê bi islamê tune ye. Em van kiryaran red dikin ku di bin navê olê de pêk tînin.”

Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Naso jî banga xwedîderketina li biratiya gelan kir heta ku jiyana hevbeş di nava civakan de pêk were û got: “Divê civakên Sûriyê tecrubeya Rêveberiya Xweser pêk bînin û xwedî li rêgeza biratiya gelan derkevin ji ber ev tecruber hezkirin û merhemet di civakê de belav dike.”

Serokê Saziya Kar û Barên Olî ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê Elî El Hesen, serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi “zindîq (kafir)” wesifand û wiha berdewam kir: “Erdogan cilê islamê li xwe dike, lê kirinên wî tu eleqeya wan bi islamê tune ye. Qutkirina darên zeytûnê û hecîrê, kuştina sivîlan ne kiryarên Îslamê ne. Erdogan zindîq e û ji islamê dûr e.

Her wiha hevserokê Yekitiya Êzidiyan a Efrînê Mistefa Nebo destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ`ê di bin navê ol de êzidî kuştin, lê islam ji wan û kiryarên wan dûr e.

Bi navê Meclisa Kantona Şehba Ehmed Selame axivî û got: “Me ev çalakî ji bo şermezarkirin û redkirina siyaseta dewleta Tirk li dijî herêmê li dar xist. Em nahêlin ew beşeke din a axa me dagir bike.”

Bi navê partiyan Xelîl Reşo banga pêkanîna yekitiyê li gelên herêmê kir û diyar kir ku divê gelên herêmê bibin yek li hember van xeteriyan.

Di dawiyê de endamê Saziya Olî ya Efrîn û Şehbayê Mehmûd Cuma daxuyaniyek xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe zarok, temenmezinan û jinan dike hedef, malan li ser serê xwediyên wan, mizgeftan û perestgehan wêran dike. Balafirên bêmirov bi kar tîne, ajan û sîxuran dike xizmeta xwe da ku destkeftiyên gelên herêmê û ewlehiya wê têk bibe. Herêmên din dagir bike. Ev gefên wê, li dijî herêmê, Til Rifet û Kobanê îflasbûna AKP`ê û daketina asta piştevaniya wê di kolana Tirkiyê de îsbat dike. Bi taybet bi nêzîkbûna hilbijartinên 2023`yan re. AKP`ê islam ji xwe re kiriye perde da ku sûc û kiryarên xwe yên hovane veşêre lê tu eleqeya wê bi vê ola pîroz re tune ye.

Pirtûka pîroz, lanet li kuştina mirovan dike. Lê dewleta Tirk van sûcan didomîne û bi rêya wê dixwaze demografiya herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên din biguhere. Armanc dike herêmên din ji Sûriyê û dewletên derdorê dagir bike. Ji bo van armancên xwe yên mêtinger pêk bîne û xeyalên dewleta osmanî vejîne, nakokiyên navneteweyî û bêdengiya civata navneteweyî li hember êrişan, bi kar tîne.  

Em bang li NY, rêxistinên mafên mirovan û Komkara Ereb, dewletên garantor, Desteya Oldarên Musliman dikin ku berpirsyariyên xwe li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bînin cih, fişarê bikin da ku dagirkeriya Tirk ji herêmên me derkeve. Em bang li gelên herêmê dikin ku li hember êrişan bi yek destî bisekinin û li ber xwe bidin.”

(mh-dm)

ANHA