​​​​​​​Rûspiyên êlên ereb: Rêveberiya Xweser projeya yekane ye ku hêviyên gelên herêmê pêk tîne

Rûspiyên êlên ereb ên Herêma Başûr a kantona Hesekê pesna rola Rêveberiya Xweser di rûniştandina ewlehiyê de dan. Her wiha diyar kirin ku baweriya wan bi rêveberiyê heye û ew projeya yekane ye ku hêviyên gelên herêmê di avakirina pêşerojeke rastîn dûrî pergalên dîktator û taîfî de rave dike.

​​​​​​​Rûspiyên êlên ereb: Rêveberiya Xweser projeya yekane ye ku hêviyên gelên herêmê pêk tîne
23 tebax, 2022   14:59
 HESEKÊ

Îro Meclisa Kantona Hesekê bi armanca şîrovekirina pêşdeçûnên siyasî û leşkerî li herêmê û welêt û girtina nêrîn û pêşniyaran bi rûspiyên êlên ereb ên Herêma Başûr a Hesekê re civiya.

Di civîna ku li navçeya Şedadê li dar ketiye de, hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Xebat Silêman, endamê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweser Mîzer El Sultan, şêwirmenda hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê Fîdan Seydo, rûspiyên êlên Herêma Başûr û nûnerên êlan beşdar bûn.

Di civînê de şêwirmenda hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê Fîdan Seydo axivî û pêşdeçûnên dawîn ên li qadên herêmî û navneteweyî pêk hatine şîrove kirin û rola ku dewleta Tirk a dagirker dilîze û hewldana wê ya domdar li dijî Rêveberiya Xweser destnîşan kirin. Fîdan got ji ber wê dewleta Tirk xwe nêzî hikumeta Şamê dike.

Der barê girîngiya civînê û encamên wê de, hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Xebat Silêman ji ajansa me re axivî û got: “Armanca sereke ya lidarxistina civînê ew e ku em rewşa siyasî û pêşdeçûnên li herêmê, gefên dewleta Tirk û fişarên hikumeta Şamê li ser Rêveberiya Xweser, sedem û astengiyên li pêşiya qadên xizmetguzarî û tenduristî li herêmê derdikevin, şîrove bikin.”

Silêman wiha pê de çû: “Me nêrîn û pêşniyarên rûspiyan ên têkildarî rêbazên tunekirina keysbaziyê di nav saziyan de guhdar kir. Wan ji bo wê pêşniyar kir ku guhertinên rêveberî di gelek saziyên li herêmên başûr de çêbibin.”

Di dawiya civînê de, Meclisa Kantona Hesekê, soz dan rûspiyan ku pirsgirêk û azarên şêniyên herêmê çareser bikin. Kêmasiyên heyî di qadên tenduristî û xizmerguzarî de mîna av, şaredarî derbas bikin û sazûmaniya gelek sazî, meclisên navçe û bajarokan ji nû ve saz bikin.

Rûspiyan jî, pesna hewldanên Rêveberiya Xweser kir û destnîşan kir ku ew bi Rêveberiya Xweser bawer in û ew projeya yekane ye ku hêviyên gelên herêmê di avakirina pêşerojeke rastîn dûrî pergalên dîktator û taîfî de rave dike.

(dm)

ANHA