Beşdarên çalakiya konvedanê: Divê hesab ji dewleta Tirk a dagirker bê xwestin

Beşdarên çalakiya konvedanê, diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker hemû qanûnên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan binpê kirin. Beşdaran bang li gelên cîhana azad kir ku piştevaniya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin, fişarê li hikumetên welatên xwe bikin da ku helwestên cidî li hember sûcên dewleta Tirk bigirin û hesabê jê bixwazin.

Beşdarên çalakiya konvedanê: Divê hesab ji dewleta Tirk a dagirker bê xwestin
23 tebax, 2022   14:33
 QAMIŞLO

Şêniyên herêma Cizîrê çalakiya xwe li pêşiya navenda Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`yê li Qamişloyê didomînin.

Hêzên Parastina Civakî (HPC) bi koordîneya Kongra Star ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker çalakiya konvedanê bi dirûşma Dadmendiya we li ku ye? di 12`ê Tebaxê de destpê kir. Tê payîn ku çalakî heta 31`ê Tebaxê de berdewam bike.

Di roja 12`an a çalakiyê de, Yekitiyên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), endamên Heyva Sor a Kurd, Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê tev li çalakiyê bûn.

Beriya ku çalakî destpê bike, saziyên beşdar daxuyanî da. Endama rêveber a Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma û endama Yekitiya Parêzeran a Qamişlo Roja Xelef daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê din av wan demên dawî de rastî êrîşên devleta tirk a dagirker hatin,piştî ku serokkomarê Tirk gefa dagirkirina herêmê û dagirkirina herêmên din ên Sûriyê xwar û bi dehan sivil din ava wan de jin û zarok jî hebûn bûn qurbaniyên wan êrîşan.

“Parastina aştî û ewlehiya nawnetevayî”û “mafê gelanji bo çarenivisa xwe”wekî du armancên herî girîng ên NY ê di peymana wê ya di sala 1945`an de cîh girt.

Weke ku di danezana cihanî ya mafên mirovan de hatiye diyarkirin di sala 1948`an de, di pêş gotina xwe de wiha dibêje: “ji ber ku xemsar û nehiştina mafên mirovan bûye sedema kiryarên hovane yên ku wijdana mirovan diêşine û armanca gelan bigiştî peydabuna cîhaneke kut ê de ferd ji azadiya ramanê sûd wedigire û bi bawerî û ji tirs û belengaziyê ku bêpar e.”

Di xala sêyem a danezanê de wiha tê gotin: “Mafê her kesî ye jiyan ,azadî û ewlehiya kesan e.

Di sala 1949`an de çar peymanên Cinêvê hatin îmzekirin, bi taybetî Peymana 4`emîn ku tê de tekezî li ser pêwîstiya parastina sivîlan di dema şer de kir, çi rewşa şer, ji aliyê ti aliyên şer ve hatibe naskirin yan na. her wiha li ser gelek belgeyên navneteweyî jî lihevkirin û ji aliyê welatên cîhanê ve hatin îmzekirin, ji wan: Di sala 1993`an de peymana qedexekirin, pêşkftin, hilberandin, depokirin û bikaranîna çekên kîmyewî û têkbirina wan.

Di sala 1998`an de Peymana Roma ya Dadgeha Cezayên Navneteweyî hat îmzekirin, ku tê de sûcên: (komkujî, sûcên li dijî mirovahiyê, tawanên şer, sûcên destdirêjî) û zelalkirina stûnên wê û organîzekirina darizandina dadwerî ya sûcdarên van tawanan, bi taybetî kesayetên ku fermanên pêkanîna wan tawanan derdixin.

Tevî ku di belgeyên yasayî yên navneteweyî de di warê pêşvebirina mafên mirovan de û pêwîstiya dewlet û hikumetên ji bo parastina wan mafan, sûcdarkirina wan ji bo cur bi cur binpêkirinên li dijî wan mafan, çi mafên kesan, çi mafên gelan, tawan û hovîtiya li dijî gelên herêmê hema kêliyekê rawestiyane, Ne berî û ne jî piştî dîrok û derbasbûna wan yasayan.

Rejîma desthilatdar a dewleta Tirk sûcên êrişên li dijî Sûriyê, qirkirin, sûcên şer û sûcên dermirovî kiriye.

Sûcên dewleta tirk li ser asta dagirkirina xakê, kuştina mirovan, koçberkirina bi dare zorê û guhertina demografiyê herêmê nesekinîne. Jê wêdetir, êrişî xweza û mîrateyên dîrokî yên herêmên dagirkirî kir.

Artêşa Tirk ji bo bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî dudilî nebû. Rojane sivîlên ewle, mal û navendên sivîlan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hawan, top, çekên doçka û balafirên keşfê hedef digire.

Tê zanîn ku li deverên me gelek kampên awareyên ji deverên din dihewîne, ku ev yek gefê li rewşa mirovî ya niştecihên wan kampan dike. Hejmara sivîlên ku jiyana xwe ji dest dane ji destpêka îsal de 122 ye. Hejmara birîndaran 173 ye.  Tenê li Efrînê hejamra sivîlên ku jiyana xwe ji dest dane 24, hejmara revandinê jî 380 ye.

 Derbarê darên zeytûnê de jî zêdetirî 400 dar hatin birîn, hilkirin û şewitandin û 8 bajarok li ser erdê xelkê hatin avakirin.

Dewleta Tirk sûcên xwe li ber çavê û guhên cîhanê pêk tîne, ku li hember tiştên diqewimin bêdneg in û ji wê zêdetir dewleta Tirk destûr girtiye qaûnên navneteweyî binpê bike û êrişên xwe yên li dijî gelên Sûriyê pêk bîne.

Ya ku êşê zêdetir dike ew e ku destekdayîna Tirkiyê ji terorîzmê re di dema borî û niha de bûye eşkere û hemû cîhan jî wê yekê dizane, lê heta niha tu helwesteke yasayî ya navdewletî li hember vî welatî û rejîma serdest a wî welatî nehatiye standin.

Recep Tayyip Eredogan ji sûcên artêşa Tirk û komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk, berpirsiyariya hiqûqî ya sizayî, medenî hildigire.

Bi rêya daxuyaniya xwe em bang dikin:

1- Gelên cîhana azad bi rêya saziya civaka sivîl, bi taybet saziyên ku bi mafên mirovan re têkildar in, ji bo piştgiriya gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin û zextê li hikumetên welatên xwe bikin da ku helwestên cidî li hember tawanên ku dewleta Tirk a faşîst li dijî herêmên me kiriye.

2- DYA û Fedrasyona Rûsyayê garantorên du peymanên agirbestê yên di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û dewleta Tirk ên sala 2019`an de, da ku erkên xwe yên ji wan her du peymana pêk bînin û zêde zextê li dewleta Tirk bikin ku êrişên xwe rawestîne.

3-Civata ewlekariyê ya NY`yê ku bi erka parastina aştî û ewlekariya navdewletî ye bi lez û bez li gor beşa 7`an a peymana NY`yê tevdigere, da ku tedbîrên pêwîst bigire da ku ewlekarî û aramî li herêmên de pêk bîne bi dawîanîna dagirkeriyê û vegernadina koçberan bo malên wan.

4 - Kerîm Xan Kiyosî, serdozgerê Dadgeha Cezayan a Navneteweyî ji bo ku bersivê bide banga edaletê û ji bo destpêkirnia dozgeke giştî li dijî serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar û li dijî hemû kesên tê îsbatkirin ku beşdarî tawanên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne.

`YEN BEHSA MIROVAHIYE DIKIN LI REX ME NE LE DENGE XWE NAKIN`

Piştî xwendina daxuyaniyê, hevseroka TEV-DEM`ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rûken Ehmed axivî û got: « Yên ku behsa mafên mirovan û edaletê dikin, li rex me ne. Lê li hember hedefgirtina zarok û sivîlan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, bê deng in.”

Rûken Ehmed destnîşan kir ku divê gelên herêmê amade bin û tev li çalakiyê bibin û wiha domand: “Ne tenê îro, ji ber ku em di şer de ne. Berxwedan û parastina axa herêmê li gorî rêgez şerê gel ê şoreşgerî ji hemû pêkhateyan tê xwestin, ne tenê divê hêzên leşkerî vê yekê bikin.”

Rûken ev li gotinên xwe zêde kir: “Çi kes di aliyên leşkerî, siyasî û hunerî de kar dikin, divê bi giyanê berxwedanê kar bike. Da ku em welatê xwe biparêzin. Parastin erkê hemûyan e.”

Her wiha Rûken Ehmed got: “Dewleta Tirk bi çi heqî zarokên me dike hedef. Ev zarok pêşerojên me ne. Divê em kurd baldar bin ji ber em di serdema gelan de ne. Gel Kurd ger ne baldar be, dê vegere rewşa berê.”

Li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker Rûken Ehmed bang li hevgirtina gelan kir û wiha gotinên xwe bidawî kir: “Heke gelê me hevgirtina xwe ava nekir, nikare dijmin têk bibe.”

Di çalakiyê de endamê Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Mihemed El-Neîmî axivî û îşaret bi bêdengiya NY`yê kir û got: “Çima li hember van sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêdeng in ku we parast û teror têk bir. Em ê li hember vê paşguhkirinê bêdeng nemînin. Dê bêdengiya we bişikînin. Em dev ji gelê xwe bernadin. Parêzer di xendeka yekemîn de ne û ala parastina gel û mafên wî bilind rakirine. Piştevanê yekemîn ê hêzên leşkerî ne.”

ANHA