​​​​​​​YRK: Di êrişa hewayî ya li Asosê de 2 hevalên me şehîd bûne

Navenda Çapemeniya YRK’ê têkildarê êrişa hewayî ya duh li herêma Asosê pêk hatî de daxuyaniyek da û ragihand ku di encama wê êrişê de 2 hevrêyên wan şehîd bûne. YRK’ê diyar kir ewê bersiva pêwîst bidin dagirkeriya Tirk.

​​​​​​​YRK: Di êrişa hewayî ya li Asosê de 2 hevalên me şehîd bûne
23 tebax, 2022   13:02
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Çapemeniya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê derbarê encamên êrişa balafirên bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker ku duh li herêma Asosê pêk anîbû de daxuyaniyek da.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

 “Di 22'yê Tebaxa 2022’an de balafirên keşfê ya dagirkeriya dewleta Tirkiye li ser herêma Asosê geriya ye di seatên nîvro de yekîneyek hêzên me dema ku li ser erka xwe bûne dibin hedefa êrîşên balafira keşfê. Di encama vê êrişê de 2 hevalên me şehîd ketine.

Wek tê zanîn dagirkeriya dewleta Tirkiye li hember gelê Kurd şerekî topyekûn daye destpêkirin. Rojane di her çar parçeyên Kurdistanê de li hember gelê Kurd û hêzên wê yên leşkerî êrîşên namerdane pêktîne. Di meha Tebaxê de li ser hêzên Rojhilat bi dehan caran balafira keşfê giriya ye. Di encama konsepta dagirkeriya dewleta Tirkiyê de di êrişa herî dawî ya 22’yê meha Tebaxê de 2 hevalên me yên qehreman şehîd ketine. Em ê di demeke nêz de nasnameya her du hevalên xwe yên Şehîd bi raya giştî re parve bikin.

Em ê tola hevalên xwe li erdê nehêlin, di demên guncav de em ê bersiva pêwîst bidin dagirkeriya dewleta Tirk û hevkarên wan.”