Bangawaziyên ji bo girtina qada hewayî ya herêmê didomin

Şêniyên navçeya Til Temirê bang li civaka navneteweyî kir ku êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin û qada hewayî ya herêmê bigirin.

Bangawaziyên ji bo girtina qada hewayî ya herêmê didomin
23 tebax, 2022   01:29
HESEKÊ

Piştî civîna Soçiyê ya 5`ê Tebaxê di navbera serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan û serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn de pêk hatî, dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov ên biçek êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine û gundên bi ewle yên li seranserî xeta sînor hedef girtin.

Têkildarî mijarê, şêniyên navçeya Til Temirê ji ajansa me re axivîn. Welatiyan êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kir û banga girtina qada hewayî ya herêmê kir.

Şîrovekarê siyasî Ridwan Xelef ê ji şêniyên Til Temirê têkildarî bêdengiya Rûsyayê wiha axivî: "Rûsya wek hêzeke garantorer a agirbestê derbasî herêmê bû, lê bêdengiya wê ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker nîşaneya hevkariya wê ye. Armanc lawazkirina projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bidestxistina destkeftî û tawîzan e."

Ridwan Xelef anî ziman ku aramnca dewleta Tirk a dagirker pêkanîna "Mîsaqî Millî" ye û di wê çarçoveyê de dagirkirina herêmên ji Mûsilê heta Helebê bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî ye.

Xelef destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser derbeke xurt ji bo dewleta Tirk a dagirker e û wiha domand: “Ji ber ku Rêveberiya Xweser li ser bingeha biratiya gelan, hevjiyana aştiyane û neteweya demokratîk hatiye damezirandin, ev yek jî li xweşiya dewleta Tirk nayê.”

Şîrovekar Xelef da zanîn ku piştî serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan di 5`ê Tebaxê de li Soçiyê bi serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re civiya, dewleta Tirk bi balafirên bêmirov ên biçek êrişên xwe yên li dijî herêmê zêdetir kirin.

Ridwan Xelef bang li civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kir ku li hember êrişên li ser herêmê qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin.

Zehre Ebdullah Mihemed jî têkildarî mijarê got: "Tirkiye li dijî herêmên me rêbazên herî qirêj û hovane bi kar tîne, ji wan hedefgirtina erebeyên sivîlan bi balafirên bêmirov ên biçek. Aramnc ew e ku ewlehî û îstiqrara herêmê têk bibe, niştecihên herêmê bide koçberkirin û bi hêsanî herêmê dagir bike. Ev yek jî ji bo pêkanîna xewna avakirina dewleta Osmanî ye."

Zehre got: “Em bi şêniyên Zirganê serbilind in, yên ku ruxmî êrişên li ser wan jî girêdayî xaka xwe mane û dev jê bernadin.”

Zehre bang li dewletên têkildarî dosyayê Sûriyê kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi balafirên bêmirov ên biçek pêk tîne û armanc dike ku şêniyên herêmê bide koçberkirin, rawestînin. Zehre her wiha anî ziman ku ew ê li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ber xwe bidin û li ser xaka xwe bimînin.

Remo Heyder jî diyar kir ku wekî şêniyên Til Temirê ew bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin ku balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk ku rasterast welatiyan dike armanc, rawestînin.

Heyder êrişên li ser gelê aştîxwaz şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku li hember êrişên li ser herêmê qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin.

(eh)

ANHA