Şêniyên Tirbespiyê: Em ê têkoşîna li hember dagirkeriyê bilind bikin

Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker şêniyên navçeya Tirbespiyê bi xwepêşandanekê soza xurtkirina xetên berxwedan û têkoşînê da û banga girtina qada hewayî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Şêniyên Tirbespiyê: Em ê têkoşîna li hember dagirkeriyê bilind bikin
21 tebax, 2022   10:06
QAMIŞLO

Bi armanca şermezarkirina êriş û sûcên dagirkeriya Tirk îro pêkhateyên Tirbespiya yên kantona Qamişlo daketin qadan û li hemberî van êrişên ku yekitiya gelan hedef digire, soza xurtkirina xetên berxwedan û têkoşînê da.

Xwepêşandan ji pêşiya navenda Kongra Star a navçeyê dest pê kir û ber bi sûka navendî ve çûn. Beşdaran sloganên "Bijî berxwedana QSD`ê" berz kirin, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên cuda rakirin.

Xwepêşandan li dawiya sûka navendî veguherî mîtingê û li wir endamê rêveber ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Fesîh Hisên axivî û got: "Ji destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê ve dagirkeriya Tirk hewl dide projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û yekitiya gelan têk bibe, lewma hemû cureyên çekan bi kar tîne û bi wê re qanûnên navneteweyî û pîvanên exlaqî-mirovî bin pê dike."

Têkildarî bikaranîna artêşa Tirk ji balafirên bêmirov re li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hisên bang li civata navneteweyî, rêxistinên mirovî û Koalîsyona Navneteweyî kir ku qada hewayî ya herêmê bigire û wiha dewam kir: "Bêdengiya civata navneteweyî rê li pêşiya Tirkiyê vedike ku hîn zêdetir li dijî gelê herêmê siyasetên xwe yên dijminane bi kar bîne."

Endamê rêveber ê PYD`ê Fesîh Hisên li dawiyê soza xurtkirina têkoşîn û berxwedanê da ku parastina destkeftiyên şoreşê yên bi saya şehîdan hatine bidestxistin, da.

(eh)

ANHA