Li Dera 2 teqîn; kuştî û birîndar hene

Li Dera 2 mayîn teqîn, mayînek bi erebeyeke kirê de, ku endamekî hêzên hikumeta Şamê li taxa Kaşif a Dera diajot, teqiya û ya din jî li keviya rêya bakurê Derayê hatibû bicihkirin. di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Li Dera 2 teqîn; kuştî û birîndar hene
21 tebax, 2022   09:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Di encama teqîna mayînekê de ku li keviya rêya Delî-Berqa ya bakurê Derayê hatibû bicihkirin endamên "hêzên ewlehiyê" yên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Girêdayî heman mijarê, endamekî "hêzên ewlehiyê"  yê hikumeta Şamê di encama teqîna mayînekê bi erebeya kirê ya ku diajot de jiyana xwe ji dest da. Erebe li taxa Kaşif nêzî çerxeriya Sîna ya li Derayê de teqiya.