'Girankirina tecîrdê û êrişên li ser li herêmê berdewama komploya navneteweyî ye'

Welatiyan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ve girê dan, her wiha diyar kirin ku armanca dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê têkbirina projeya demokratîk a Kurdistanê ye.

'Girankirina tecîrdê û êrişên li ser li herêmê berdewama komploya navneteweyî ye'
20 tebax, 2022   06:07
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

Dewleta Tirk a dagirker tecrîda li ser rêber Ocalan girantir kiriye. Ji 7’ê Tebaxa 2019’an de rê nayê dayîn ku parêzvanên wî pê re hevdîtin bikin. Li kêleka wê jî êrişên xwe yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Şêniyan ev êriş wek berdewamiya komploya navneteweyî ya li dijî projeya neteweya demokratîk nirxandin.

Rêber Ocalan ji 1999’an ve di encama komployeke navneteweyî de li girtîgeha gireva Îmraliyê, hatiye dîlgirtin.

Welatiyê bi navê Hemîd Hemê yê ji bajarê Hesekê, bûyerên rojeva Kurdistanê li herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tecrîda li ser rêber Ocalan be girê dan û diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker têkbirina fikrê azad û demokratîk ê rêber Ocalan e.

Hemîd Hemê wiha domand: “Girankirina tecrîda li ser rêber Ocalan û êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çiyayên Kurdistanê berdewama komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan e.”

Hemê bang li gelên Kurdistanê kir ku refa xwe bikin yek û xwe bispêrin hêza xwe ya xweser.

Her wiha welatiyê bi navê Telal Hisên Cewher jî diyar kir ku armanca dewelat Tirk a dagirekr ji êrişan û girankirina tecrîdê têkbirina fikir û felsfeya rêber Ocalan e wiha pê de çû: “Dewleta Tirk a dagirker baş dizane ku çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn di fikrê rêber Ocalan de ye, ji ber wê ew tecrîdê lê giran dike û projeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şagirtên wî yên çiyayên Kurdistanê hedef digire.”

Nivîskar û helbestvan, Ferhan Cemîl Etiyê diyar kir ku sedema êrişên li dijî herêmê û çiyayên Kurdistanê binketina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan û serkeftina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Ferhan wiha domand: “Wan rêber bi fîzkî dîl girtin lê fikrê wî li nav me hemiyan belav bû û bû çiraya ku rêya gelên bindest ronî dike.”

Etiyê destnîşan kir ku gelê Kurdistanê bi têkbirina êrişên dagirkeriya Tirk û xwedîderektina li fikrê rêber Ocalan, komploya navneteweyî têk birin û got, êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çiyayên Kurdistanê dê îradeya gelên ku li ser şopa fikrê rêber Ocalan dimeşin, têk nebe.

Etiyê wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Xak ji yên ku wê diparêzin re ye, em bihostekê ji xaka xwe ya ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan, bernadin.”

(mh)

ANHA