Hevrêyên şehîd Sosin Bîrhat: Em ê rêya fermandara xwe bidomînin

Şervanên jin ên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê diyar kirin ku wan hêz û moral ji şehîd Sosin girtine. Amara Kurd a bi şehîd Sosin Bîrat bandor dibe, piştî şehadeta wê tev li Meclisa Leşkerî ya Til Temirê dibe û dibêje ew ê wesiyeta şehîd Sosin bi cih bîne.

Hevrêyên şehîd Sosin Bîrhat: Em ê rêya fermandara xwe bidomînin
20 tebax, 2022   06:28
HESEKÊ

19`ê Tebaxê salvegera yekemîn a şehadeta endama Meclisa Leşkerî ya Yekîneyên Parstina Jin (YPJ) û Meclisa Leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Sosin Bîrhat, şervan Egîd Girkê Legê, Rûbar Hesekê û Seyfullah Ehmed bû, ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li dijî navenda Têkiliyan a Meclisa Leşkerî ya Til Temirê şehîd bûbûn.

Di vî warî de, şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ji ajansa me re axivîn û behsa bandora wan bi têkoşîna fermandar Sosin Bîrhat kirin. Her wiha şervanan soza berdewamkirina rêya şehîdên azadiyê da.

`EM Ê RÊYA FERMANDARA XWE BERDEWAM BIKIN`

Şervana Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Nûdem Serêkaniyê got: “Sala 2020`an dema tev li hêzên leşkerî bûm min şehîd Sosin Bîrhat nas kir. Sosin Bîrhat fermandareke rastîn e û me hêz û moral jê digirt.”

Nûdem Serêkaniyê wiha domand: “Şehîd Sosin her tim di nav şervan û hêzan de digeriya bi taybet li eniyên şer. Her tim me digot, em dixwazin wê bibînin da ku moralê jê bigirin. Heta vê kêliyê dema navê şehîd Sosin li pêşiya me tê gotin, hêz û moralê ku me jê digirt, tê bîra me.”

Nûdem Serêkaniyê wiha behsa roja hedefgirtina şehîd Sosin kir: “Me nedizanî ku fermandara me jî li navendê bû. Lê bi şevê re dema serdana nuqteyên me nekir em piştrast bûn ku şehîd bûye.”

Nûdem Serêkaniyê diyar kir ku agahiya şehadeta şehîd Sosin Bîrhat gelek bandor li wan kir, lê heta îro li ser şopa wê ne û ev li gotinên xwe zêde kir: ''Hîna em berpirsyarî û baweriya ku daye me em pêk tînin. Dê her tim li gorî perspektîfên wê rêya wê berdewam bikin.''

Şervana Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ku piştî şehîdxistina fermandar Sosin Bîrhat tev li hêzên leşkerî bûye Amara Kurd got: “Sala 2020`an min şehîd Sosin nas kir. Wê demê min karê qada meydanî dikir. Şehîd Sosin nêzî şêniyan bû. Li xwe nedinêrî ku fermadareke leşkerî ye lê belê serdana hemû saziyên sivîl dikir, kar û barên wan dişopand û bi şêniyan re rûdinişt.”

Piştî şehadeta Sosin Bîrhat, Amara Kurd biryara tevlêbûnê û pêkanîna wesiyeta şehîd Sosin dide ku digot; “divê mirov kar bike û gavan pêş de bavêje”. Ji ber wê Amara Kurd biryar da ku gav pêşde bavêje û tev li hêzên leşkerî bû.

Amara Kurd destnîşan kir ku di her maleke navçeya Til Temirê de wêneya şehîd Sosin Bîrhat û hevalên wê hene û wiha domand: “Ji ber ku şehîd Sosin nêzî şêniyên navçeyê bû, şênî jê hêz û moral digirt.”

Di dawiyê de Amara Kurd şehîd Sosin Bîrhat, Rênas Roj, Egîd, Seyfullah û Rûbar bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan û tola wan hilînin da.

 

(şx)
ANHA