Emîne Osê: Êrişên dewleta Tirk ragihandina şer e û hêzên me dê erka xwe ya rewa rabin

Emîne Osê êrişên dagirkeriya Tirk ên dawî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got: “Ev êriş tên wateya ragihandina şer, divê civata navneteweyî li encamên van êrişan bi awayekî cidî binêrin. Êrişên dewleta Tirk ên dawî me neçar dikin ku em bersivê bidin.”

Emîne Osê: Êrişên dewleta Tirk ragihandina şer e û hêzên me dê erka xwe ya rewa rabin
18 tebax, 2022   00:50
REQA – EHMED EL ESAF

Dewleta Tirk a dagirker di çend rojên borî de bi tundî êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û bi hemû cureyên çekên giran û sivîk, şên û navendên xizmetguzarî kirin hedef. Di encamê de gelek kes şehîd bûn û birîndar bûn pêk anîn ku di encamê de gelek sivîl û hêzên leşkerî şehîd bûn û birînar bûn.

Têkildarî van êrişan, cîgira hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Emîne Osê ji ajansa me re axivî. Emîne Osê wiha axivî: “Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilayê Sûriyê tên wateya ku dewleta Tirk tevî nerazîbûna navneteweyî li hember êrişên wê, dîsa jî êrişên xwe didomîne.”

Emîne Osê wiha domand: “Em wek Rêveberiya Xweser van êrişan wek ragihandina şer dibînin û divê civata navneteweyî van êrişan bi awayekî cidî di ber çavan re derbas bike û ji bo rawestandina wan xwedî helwest be. Hemû dewletên ku di kirîza Sûriyê de rola xwe dilîzin berpirên van êrişan in.”

Emîne Osê wiha pê de çû: “Divê ew li hember êrişa roja sêşemê 17’ê Tebaxê ya ku di encama wê de gelek kes şehîd û birîndar bûn, helwesteke cidî nîşan bidin. Ev êriş li dijî ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û serdestiya Sûriyê ye.”

'DIVÊ HIKUMETA ŞAMÊ BI AWAYEKÎ CIDÎ KAR BIKE’

Emîne Osê wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker baregehên hêzên rêjîma Sûriyê jî topbaran kirin. Divê hikumeta Şamê bi awayekî cidî li hember van êrişan tev bigere. Her wiha em bang li hemû şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku dev ji xaka xwe bernedin.”

RÊVEBERIYA XWESER BI HEMÛ DEWLETÊN XWEDÎ BANDOR DI KIRÎZA SÛRIYÊ DE TÊKILÎ DANÎN

Emîne Osê diyar kir ku ji dema dewleta Tirk li ser dezgehên çapemeniyê bi awayekî eşkere ragihand ku dê êrişî herêmê bike, Rêveberiya Xweser xwe gihand hemû aliyên têkildarî aloziya Sûriyê û wan jî, helwesteke redker li hember van gefan nîşan da.

Emîne Osê wiha domand: “Dewleta Tirk hewl da bi rêya hevdîtinên bi hêzên herêmî re erêkirinê bi dest bixe da ku armanca xwe pêk bîne, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. Lê ev yek bi dest nexist, ji ber wê rêbazeke ji dagirkirinê xetertir bi kar anî ew ji bombebarankirina herêmê bi rêya balafirên bêmirov ên biçek. Rojane sûcên şer li dijî şêniyên herêmê pêk tîne. Dewleta Tirk dixwaze projeya Rêveberiya Xweser têk bibe û dev ji timayên xwe yên firehkirinê li herêmê bernedaye.”

Emîne Osê bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li herêmên xwe bimînin û di dema topbaranê de berê xwe bidin stargehên ku Rêveberiya Xweser amade kirine.

Emîne Osê ev yek destnîşan kir: “Rêveberiya Xweser dê li hember van binpêkirinan bêdeng nemîne, ew ê hemû binpêkirin û sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmên me belge bike.”

DEWLETA TIRK ME NEÇAR DIKE KU EM BERSIVÊ BIDIN

Emîne Osê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan wan neçar dike ku di çarçoveya parastina rewa de bersivê bidin û got: “Em jî vê yekê naxwazin, lê eger dewleta Tirk ragihandina şer û hedefgirtina herêmên me bidomîne, wê demê hêzên me yên leşkerî dê erkê xwe yê rewa pêk bînin.”

Emîne Osê di dawiya axaftina xwe de got: “Tevî hemû bangewaziyên berê lê civata navneteweyî  û cîhan erkên xwe nayne cih. Ji ber wê em dîsa bang li wan dikin ku xwedî li erkê xwe yê li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyê derkevin û encamên van êrişan, di ber çavan re derbas bikin.”

(mh)

ANHA