Konferansa Meclisa Malbatên Şehîdan bi hilbijartina Meclisa Rêveber bi dawî bû

Xebatên konferansa 8’emîn a Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê, bi hilbijartina Meclisa Rêveber, standina gelek biryara û danîna plansaziyekê ji bo 2 salên bê, bi dawî bû.

Konferansa Meclisa Malbatên Şehîdan bi hilbijartina Meclisa Rêveber bi dawî bû
17 tebax, 2022   16:47
ŞEHBA

Konferansa 8’emîn a Meclisa Malbatên Şehîdan li hola Mîtan a navçeya Ehdas a kantona Şehbayê bi dirûşma “Li ser şopa şehîdan û bi şerê gel ê şoreşgerî em ê bi ser kevin” li dar ket.

Di konferansê de bi navên şandeyên başdar axaftin hatin kirin. piştre rapora kar û xebatên meclisê yên 2 salên borî hat xwendin, ji aliyê beşdaran ve hat nîqaşkirin. Paşê rêziknameya meclisê hat xwendin û beşdaran li ser erê kir.

Dûre, Hesen Berko, Nadir Muslim, Henan Memû, Xedîce Îbo, Emel Qehreman ji bo endamtiya meclisê ji aliyê beşdaran ve hatin hilbijratin.

Konferans bi girtina rêze biryaran û danîna plansaziyekê ji bo du salên bê bi dawî bû.

Plansazî wiha ye:

1-Birêxistinkirina ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan li gor qonaxê.

2-Avakirina komîteya lihevanîna civakî.

3-Serdana hemû malbatên şehîdan were kirin.

4-Vekirina dewreyên fêrkirkirina nivîsandin û xwendina bi zimanên Kurdî û Erebî.

5-Domandina perwerdeyên endam û şêniyan.

6- Qedexekirina hertiştên ku ziyanê digihînin endam û malbatên şehîdan.

7- Meşandina xebatan ji bo xurtkirina koordîneyê di navbera meclis û saziyan de.

8- Cudahiyê nexin di navbera malbatên şehîdan de.

9-Dûrketina ji karên nebirêxistinkirî û parastina nirxên şehîdan.

10- Çapkirina wêneyên hemû şehîdan û radestkirina wan ji malbatên wan re.

11- Dayîna biryaran ji bo cezakirina ajanan.

12- Vekirina dermanxaneyeke taybet ji bo malbatên şehîdan.

13- Destekdayîna hemû dayikên şehîdan bi taybetî yên hewcedar.

14- Lidarxistina xebatan bi awayekî cidî ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan.

15- Lidarxistina civînên asayî.

(mh)

ANHA