Dagirker gundên Şêrawa ya Efrîna dagirkirî jî topbaran dikin

Dewleta Tirk a dagirker di van kêliyan de derdora gundê Bênê, gundên Sonxanekê û Qinêtirê yên girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî topbaran dike.

Dagirker gundên Şêrawa ya Efrîna dagirkirî jî topbaran dikin
16 tebax, 2022   07:37
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, derdora gundê Bênê, gundê Soxanekê û Qinêtirê yên navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî tên topbarankirin.

Hate ragihandin ku heta vê kêliyê zêdetirî 30 guleyên obîsê li herêmê ketine.

(cx)

ANHA