Ruxmî êrişan jî Şaredariya Til Temirê 14 proje xistine plansaziya xwe

Şaredariya Gel a Til Temirê li navenda navçeyê û gundên wê 14 proje xistina plansaziya xwe. Têkildarî mijarê hevseroka şaredariyê da zanîn ji ber êrişên artêşa Tirk ên li ser herêmê, hin projeya asteng bûn.

Ruxmî êrişan jî Şaredariya Til Temirê 14 proje xistine plansaziya xwe
16 tebax, 2022   07:32
HESEKÊ

Hemwextî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Til Temir a kantona Hesekê ku binesazî û navendên xizmetguzariyê dike armanc, saziyên giştî kar û xebatên xwe dewam dikin.

Şaredariya Gel a Til Temirê yek ji girîngtirîn wan saziyan e ku bi derfetên kêm û ruxmî êrişên domdar bi projeyên cuda xizmeta niştecihên herêmê dike.

Hevseroka Şaredariya Gel a Til Temirê Ronaz Yunis têkildarî kar û xebata şaredariyê ya li herêma nêzî eniyên şer axivî û got: "Di pêkanîna projeyên xwe de em zehmetiyan dikişînin, ji ber êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê gelek proje dereng man."

Ronaz Yunis li ser projeyan ev nirxandin kir: "Di van çend mehan de me 14 proje xistine plansaziya xwe; li navçe û gundên wê ew ê xetên ava vexwarinê werin danîn, tûrên kişandî ew ê werin guhartin û tûrên wê dê werin berfirehkirin. Rêya sereke ya navçe û gund dê were qîrkirin û rêyên din dê werin sererastkirin û vekirin û ji bo qîr bibin ew ê madeyên sereke lê were reşandin. Her wiha kanalîzasyon dê werin sererastkirin û bajêr were ronîkirin."

Ronaz anî ziman ku ev proje hemû hatine pêşniyaririn û li gorî derfetan hêdî hêdî pêk tên. Li gundên Til Temir jî projeyên wan hebûn, lê ji ber topbaranê nekarîn bi cih bînin û bû sedem ku şaredarî li navenda navçeyê û herêmên din bi projeyên din biguhere. Ronaz anî ziman ku ji ber topbaranê di gihandina ava vexwarinê ji gundên nêzî eniyên şer re, zehmetiyan dikişînin.

Ronaz Yunis destnîşan kir ku ji ber topbaranê li ser navçeyê hin proje dereng mane.

Ronaz Yunis da zanîn ku tevî êriş û astengiyan jî şaredarî li gorî derfetên xwe xizmeta niştecihên navçeyê dike.

(eh)

ANHA