​​​​​​​Cîhad Hesen: Êrişên dewleta Tirk xeter in, lê ger em hevgirtî bin kesek nikare me têk bibe

Cîhad Hesen diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker tu carî piştgiriya gelê Sûriyê nekiriye, ji wê zêdetir hewl dide li ser hesabên wan berjewendiyên xwe pêk bîne. Hesen her wiha got êrişên dewleta Tirk xeter û rastîn in, lê ew ê nikaribe vîn û rêveberiya herêmê bişkîne.

​​​​​​​Cîhad Hesen: Êrişên dewleta Tirk xeter in, lê ger em hevgirtî bin kesek nikare me têk bibe
16 tebax, 2022   01:51
REQA-EHMED ESAF

Dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û hewl dide bi balafirên bêmirov û çekên giran fermandar û welatiyan bike armanc. Bi wê re jî ewlehî û îstiqrara herêmê têk bibe.

Dewleta Tirk a dagirker hemû alavên xwe yên şer, dezgehên çapemeniyê, istixbarat û ajandeyên xwe ji bo mîsogerkirina vê armancê bi kar tîne.

Têkildarî mijarê endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Cîhad Hesen ji ajansê re axivî û got: "Ger em bêjin Tirkiyê piştî civîna dawî ya Tirkiyê-Rûsya û Îranê gefan dixwe û êriş dike, ji xwe ev nirxandineke şaş e û ya rast ew e ku Tirkiyê rojekê bi piştgiriya gelê Sûriyê nekiriye û banga azadî û mafên wan nekiriye, lê belê her tim hewl daye vê herêmê û gel parçe bike."

Cîhad Hesen wiha axaftina xwe dewam kir: "Ji roja yekemîn a aloziya Sûriyê ve Tirkiyê hewl dide bi rêya alavên xwe van herêman parçe bike û bi rêya komên wek (Artêşa azad, DAIŞ û Cebhet El-Nusra) plan û projeyên xwe pêk bîne. Lê piştî di vê gavavêtinê de bi ser neket, rasterast destwerdan kir mînaka wê jî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ye."

Hesen diyar kir ku tişta niha ji her kesî re tê xuyakirin; projeya Rêveberiya Xweser e di heman demê de ji aliyê raya giştî ve li hev kirin li ser ku ev rêveberî, rêveberiyeke rastîn e û xwediyê projeya yekane û hêviya hemû sûriyan e.

Hesen destnîşan kir ku şêniyên vê herêmê ji bo mirovahiyê bi giştî têkoşiyan û dawî li DAIŞ anîn.

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Cîhad Hesen li ser êrişên Tirkiyê hişyarî kir û wiha pê de çû: "Ev gefeke rastîn û xeternak e, ji ber ku êriş firehtir bûn. Êriş li dijî Qamişlo, Amûdê û Kobanê hat kirin piştî ku tenê êriş li dijî eniyên şer mîna Eyn Îsa, Şehba û Til Temirê bû."

Hesen civata navneteweyî bi taybet Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî berpirsên van êriş û sûcan dît, ji ber ku bi armanca têkoşîna li dijî terora li herêmê hate avakirin, lê diyar e bêdengiya navneteweyî bi berjewendiyên navneteweyî ve girêdayî ye.

Hesen bang li Koalîsyona Navneteweyî û Rûsya kir ku sozên xwe bi cih bînin û wiha got: "Ger em hevgirtî bin û yek dest û vîn bin, ew ê tu hêz nikaribe me têk bibe ji ber ku hêz di hevgirtina gel de bi rêveberiyê re nixumandî ye."

Cîhad Hesen anî ziman ku hevgirtina bi rêveberiyê re esas e û divê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagiker, rêgeza şerê gel ê şoreşgerî were pêkanîn û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Dema ev vîn bi rêveberiyê re bibe yek, dê raya giştî ya navneteweyî jî tev li gel û vîna wan bibe, ji ber ku tu hêz di ser vîna gelan re tune ye."

(eh)

ANHA