Artêşa Tirk gundên navçeya Şera daye ber topan

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Tinib û Keştar ên navçeya Şera ya kantona Efrînê topbaran dikin.

Artêşa Tirk gundên navçeya Şera daye ber topan
15 tebax, 2022   17:50
ŞEHBA

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Tinib û Keştar ên navçeya Şera ya kantona Efrînê topbaran dikin.

Li gorî agahiyan, derdora 50 top li herêma hedefgirtî ketine.

ANHA