Şêniyên Til Koçerê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Şêniyên Til Koçerê bi xwepêşandanekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi balafirên bêmirov li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û banga girtina qada hewayî ya herêmê kir.

Şêniyên Til Koçerê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
13 tebax, 2022   09:32
QAMIŞLO

Şêniyên Til Koçerê li pêş Parka Rêber Ocalan a li navçeyê kom bûn da ku xwepêşandanekê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dar bixin. Şêniyan pankartên "Na ji dagirkeriya Tirk re" hildan.

Xwepêşandan li kolana serekê geriya û li pêş kolana şaredariya gel a li navçeyê veguherî mîtîngê. Li wir endamê Meclisa Gel a Til Koçerê Salih Kino axivî û got: "Em êrişên dewleta Tirk li ser xak û gelê me yê Rojava bi tundî şermezar dikin."

Kino wiha domand: "Cîhan hemû li van êrişên li ser gelê me ji zarok û jinan temaşe dike û ji dewleta Tirk a terorîst re erê kiriye ku ewlehî û îstîqrara li herêmên me tevlihev bike û komkujiyan li dijî me pêk bîne."

Kino di dwiyê de banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, da ku dewleta Tirk a dagirker nikaribe welatiyan û hêzên destkeftiyên gel diparêzin bike armanc.

Xwepêşand bi diruşmên şermezarkirina dagirkeriya Tirk û silavkirina QSD’ê bi dawî bû.

(fr)

ANHA