​​​​​​​Remzî Kartal: Tunekirina xayînan mîsyona civaka şoreşger e

Remzî Kartal diyar kir ku divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî şerê gel ê şoreşgerî tê bikoşin û got: "Qonaxa heyî ragihandina seferberiya giştî li djiî xayînan pêwîst dike." Her wiha got, divê xayîn û ajanên di nava civakê de werin tunekirin.

​​​​​​​Remzî Kartal: Tunekirina xayînan mîsyona civaka şoreşger e
12 tebax, 2022   03:37
NAVENDA NÛÇEYAN –EKREM BEREKAT

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dijwarî dewam dikin, bi taybet êrişên bi balafirên bê mirov ên bi çek. Di rojên dawî de êrişên li ser herêmên sînorî yên di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Bakurê Kurdistanê de zêde bûn. Di encamê de gelek welatî şehîd û birîndar bûn.

Armanca dewleta Tirk a dagirker ji van êrişan ew e ku bi rêya ajan û xayînan tevna civakî ya herêmê ji hev bixe. Li hemberî van şaneyên xayîn  û sîxuran ên dewleta Tirk a dagirker QSD'ê Operasyona Sondê ragihand û bi dehan sîxur girtin.

'DIVÊ GEL Û HÊZÊN LEŞKERÎ RE DI YEK XENDEQÊ DE TÊKOŞÎNÊ BIKE'

Hevserokê Kongra- Gel  Remzî Kartal anî ziman ku pêvajoya heyî hevgirtin û kombûna tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li derdora Şoreşa 19'ê Tîrmeh hewce dike û got: "Divê tevahî pêkhateyên herêmê têkoşînê xurt bikin û bersiva êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidin. Xurtkirina pergala leşkerî di dema heyî de têrê nakê, divê gel di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de têkoşînê bike. Divê tevahî gel û hêzên leşkerî di xendeqekê de têkoşînê bikin, ev yek têrê dike ku êrişên dijmin werin rawestandin."

Kartal pêwîstiya lêgerîna li çawaniya bersivdayîna êrişên dagirkeriya Tirk bi rêbazên guncaw destnîşan kir û diyar kir ku divê bingeh û rêgezên bersivdayîna dijmin werin danîn û tevahî şêniyên gel li gorî wê xwe amade bikin û got: "Dijmin xwe amade dike da ku me qir bike, êrişî me dike, baregehên leşkerî ava dike û cihê xwe asê dike."

'DIVÊ CIVAK LI DIJÎ XAYÎNAN SEFERBERIYA GIŞTÎ RAGIHÎNIN'

Remzî Kartal çawaniya ku dewleta Tirk a dagirker agahiyan ji hundirê civaka şoreşger de digire pirsî û wiha got: "Em têkoşîna azadiyê dikin. Çawa dijmin bi rêya sîxurên xwe agahiyan ji hundirê civakê digire? Gelê ku li ser bingehê şerê gel ê şoreşgerî tê dikoşe divê sîxur û xayînên di civakê de û hemû kesên ku bi dijmin re hevkar bin û yên ku ji bo kulmek pereyan welat û gelê xwe difroşin, tune bike. Ev erka tevahî ferdên civakê ye. Divê civak li djiî xayînan seferberiya gistî ragihînin."

Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal îşaret pê kir ku divê civak xwe bi rêxistin bike û wiha dom da axaftina xwe: "Dijmin hewl dide tirs û xofê di nav civakê de belav bike da ku herêmê ji niştecihên wê vala bike. Dijmin dibêje divê 32 kîlometreyan dagir bike. Divê gelê me ha ji xeteriya van gotinan hebe û gel xwe bi rêxistin bike, divê her kes li cihê xwe tê bikoşe. Divê her ferdek di civakê de li gorî bingehên şoreşgerî têkoşînê bike û xayîn û sîxuran tune bike."

MÎSYONA CIVAKA ŞOREŞGERÎ

Kartal bal kişand ser girîng û erka civaka rêxistinkirî di vê pêvajoyê de û got: "Di vê pêvajoyê de divê hemû kesên ku destdirêjî li nirxên şoreşê dikin û hemû kesên ku di aliyên siyasî, civakî, moral û exlaqî de destekê nadin gel, her wiha divê hemû kesên ku berjewendiyên kesayetî di ser berjewendiyên civakê re digirin û nirxên xwe bi pereyan difroşin werin naskirin, ev erka gelê şoreşger e. Dema em dibêjin civaka şoreşger em dibêjin ku divê her ferdek di civakê de ji Kurd, Ereb û Suryan li gorî hesasiyeta şer tevbigere û jiyana xwe li gorî wê birêxistin bike û hemû tedbîran bigire. Gelê herêmê neteweya demokratîk ji bo şoreşa xwe esas girtiye, divê her ferdek di civakê de li ser esasê neteweya demoratîk xwe perwerde bike."

Kartal îşaret bi girîngiya xurtkirina têkoşînê li gorî şerê gel ê şoreşgerî kir û ev tişt anî ziman: "Çima em dibêjin ku divê têkoşîn li gorî şerê gel ê şoreşgerî were xurtkirin, ji ber ku dijmin hewl dide gelê Kurd tune bike. Berê dijmin digot gelo Kurd hene yan na, niha Kurd di hevsengiyên navneteweyî de hene. Ji ber vê dijmin dibêje gelo wê hebûna kurdan bimîne yan na?"

Kartal da zanîn ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê li cîhanê deng veda û wiha axaftina xwe domand: "Ev şoreş wê bi xurt dewam bike û serkeftinê misoger bike. Gelê Kurd li her çar parçeyan li dijî faşîzma dewleta Tirk a dagirker têkoşînê dike. Divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî vê têkoşîna rizgariyê ya şoreşgerî bibe."

Kartal destnîşan kir ku heger operasyona qirkirinê ya li ser gelê Kurd ji aliyê faşîzma Tirk a ku destekê ji hin dewletên cîhanê digire ve neyê şikandin wê şer dewam bike û got: "Ji bo şikandina operasyona qirkirinê ya li ser gelê Kurd û Kurdistanî hatiye ferzkirin em şer dikin."

Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku têkoşîneke siyasî û  dîplomasî li derveyî welat pêk bînin mîna ya ku di berxwedana Kobanê de hatiye kirin.

ANHA