​​​​​​​Rojnameyên erebî: Piştî hewldana hikumeta Şamê da ku bikeve herêmê, li Tefesê koçberî çebû

Rojnameyên erebî yên vê sibehê têkildarî rewşa bajarê Tefes ê Derayê, xitimîna siyasî ya li Iraqê û rewşa Lîbyayê nivîsîn.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Piştî hewldana hikumeta Şamê da ku bikeve herêmê, li Tefesê koçberî çebû
11 tebax, 2022   08:27
NAVENDA NÛÇEYAN

‘PIŞTÎ HEWLDANÊN PÊŞDEÇÛNA HÊZÊN REJÎMA SÛRIYÊ, XELKÊ TEFESÊ KOÇBER DIBE’

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî rewşa Sûriyê wiha nivîsî: “Sibeha çarşemê (duh) piştî topbarana hêzên rejjîma Sûriyê, li bajarê Tefes ê rojavayê Derayê pêleke koçberiya sivîlên taxên başûr ber bi nîvê bajêr an bajarok û herêmên derêmên derdorê ve çêbû. Hemwextî wê di navbera hêzên rejîmê û komên xwecihî yên li bajêr de şerên demkurt derketin. Her wiha hêzên hikumetê piştî girtina rêya Tefes-Yadûdê ya rojavayê derayê, li aliyê başûr hewl dan pêş de biçin.

Ruxmî hewldanên rûspiyên Tefesê û komîteya dan û standinan a navendî li gundewarê rojavayê Derayê jî û civînên ku di navbera wan û Rûsya, hem jî di navbera wan û komîteya ewlehiyê ya rejîma Sûriyê de çêbûne, her wiha tevî daxuyaniya ku kesên ji aliyê hikumetê ve tên xwestin ku tê de tekez kirin ku ewê ji bajêr derkevin jî, lê komîteya ewlehiyê bi îsrar e ku kesên tên xwestin hîna li bajêr in.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku komîteya ewlehiyê ya herêma başûr beriya du hefteyan banga derketina kesên ji aliyê rejîmê ve tên xwestin, ji Tefesê kiribû û gefa operasyonên leşkerî yên ji bo lêgerîna li wan xwaribû. Komîteya rejîma Sûriya wan kesan bi endametiya “DAIŞ`ê” û komên îslamî yên tundraw, her wiha bi pêkanîna êrişan li dijî baregeh û endamên artêşa Sûriyê li herêmê tawanbar dike.

Piştî ku rejîma Sûriyê sewqiyatên leşkerî anîn derdora bajêr, ji bo aramkirina rewşê, çalakvanan û dezgehên çapemeniyê yên herêmî li Derayê bi navê kesên ji aliyê rejîmê ve li Tefesê tên xwestin daxuyaniyek belav kirin. Tê de hat gotin, “ji ber rewşa li herêma rojavayê Derayê bi giştî û li Tefesê bi taybet, da ku bajar rastî topbarana rejîmê neyê, sivîl neyên koçberkirin û zirar negihêjin mal û milkên wan, şoreşgerên ji aliyê hêzên ewlehiyê yên rejîmê ve dê ji bajarê Tefes û herêma rojava bi temamî derkevin û biçin cihekî bi ewle.”

Her wiha destnîşan kirin ku dema ji Tefesê derdiketin, ciwanek ji aliyê rejîmê ve dîl hat girtin.”

‘SEDR BANG LI DADGEHÊ KIR KU PARLAMENTO DI ÇEND ROJAN DE BÊ JIHEVXISTIN’

Rojnameya El Ereb jî li ser rewşa Iraqê wiha nivîsî: “Serokê Şepêla Sedr Muqteda Sedr zextên li ser Çarçoveya Hemahengiyê zêde kirin. Sedr bang li dadgehê kirk u beriya dawiya hefteya bê, parlamantoyê ji hev bixe û perspektîfan bide serokê Iraqê Berhem Salih da ku dema hilbijbartinên bê diyar bike.

Çavdêrên Iraqê dibêjin ku Sedr hîs dike ku ew bi hêz e û tevgerkirina kolanê û bi wê yekê zextçêkirin, ketiye xizmeta berjewendiya wî û hevrikên wî xistine rewşeke zehmet. Ji lew re hewl dide derbeke bi lez û çarenûsî bigihîne wan, ji bo wê ajandeyên demkî diyar dike da ku ew tu hewldanên ragihandina hilbijartinên pêşwext asteng nekin.

Pisporên destûra Iraqê jî dibêjin ku hikumeta Mistefa Kazimî hikumeteke meşandina kar (demkî) ye û tu mafên wê nîn in ku banga jihevxistina parlamantoyê yan hilbijartinên pêşwext li serokkomar bike.”

 

‘LÎBYA: BAŞAXA AMAJEYÊ BI KARANÎNA HÊZÊ JI BO TÊKETINA TERABLUSÊ DIKE’

Rojnameya El Itîhad a Îmaratê jî der barê rojeva Lîbyayê de wiha nivîsî: "Milîs û tabûrên ewlehî û leşkerî yên girêdayî hikumeta Fethî Başaxa, li derdora paytexta Lîbyayê Terablusê û hundirê bajarê Misrata hêza xwe kom dikin. Ev yek di demekê de tê ku hikûmeta ji aliyê parlamentoyê ve hatiye destnîşankirin dixwaze derbasî Terablusê bibe da ku erkên xwe pêk bîne. Ev jî gefê li şerê bi tabûrên çekdar ên li hundirê paytextê re dixwe, ku heta hilbijartinên serokatiyê û zagonsaz, girêdayî Hikumeta Yekitiya Nîştimanî ne.

Hemwextî sewqiyatên leşkerî, "Lîwa 217" ku piştgirîya serokê hikumetê Fethî Başaxa dike, toraneke leşkerî li derdora bajarê Misrata organîze kir. Ew jî lîwaya nû avakirî bi serokatiya Salim Ciha ye û tê de nêzîkî 85 tabûrên Misrata hene ku piştgiriya hikumeta Fethî Başaxa dikin.

Başaxa êrîşeke dijwar li ser serokê hikumeta Yekitiya Nîştimanî Ebdulhemîd El-Dibêbe kir, ji ber redkirina wî ya radestkirina desthilatê.

Çavdêrê siyasî yê Lîbyayê, Îdrîs Ehmîd piştrast kir ku Fethî Başaxa hewl dide ku bihêle hikumeta wî ji hundirê Terablusê kar bike. Her wiha da zanîn ku di xîtabê wî ya dawî de peyamên hişyariyê ji bo serokê hikûmeta Yekîtiya Nîştimanî Ebdulhemîd El-Dibêbe re ji bo redkirina radestkirina desthilatê, hebûn. Wî bal kişand ser wê yekê ku li derdora paytexta Lîbyayê ji bo piştgirîkirina ketina Başaxa bo Terablusê, seferberiya leşkerî heye.”