Şêniyên kantona Qamişlo li dijî êrişên dagirkeriya Tirk derketin

Bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û sûcên li dijî welatiyan, şêniyên navçeya Amûdê li pêşiya avahiya têkiliyan a Rûsyayê xwepêşandan kirin. Şêniyên navçeyên Dêrik û Girkê Legê jî du xwepêşandanên girseyî li dar xistin.

10 tebax, 2022   13:08
QAMIŞLO

Bi armanca bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û topbarankirina gundên gundan, îro şêniyên kantona Qamişlo xwepêşandanek li dar xist û êriş şermezar kirin. Bi sedan şêniyên navçeyên Dêrikê û herêmên Beravê û Koçerat jî li Qada Azadî ya naverasta Dêrikê ya kantona Qamişlo kom bûn û şerê qirkirinê yê dewleta Tirk li djiî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne, red kirin.

Xwepêşandanê ji Qada Azadî dest pê kir û ber bi Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê ve dewam kir. Xwepêşandêran sloganên "Na ji dagirkeriya Tirk re, bijî berxwedana rêber Ocalan û na ji xiyanetê re û erê ji yekitiya refa kurdî re" berz kirin.

Xwepêşandêran her wiha pankartên bi nivîsên banga girtina qada hewayî ya herêmê dikin, wêneyên zarok û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine hedefgirtin, rakirin.

Li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan, meş veguherî mitîngê. Li wir bi navê Meclisa Rûspiyan û Meclisa Oldaran Şêx Sînan Seydoş axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina zarok û welatiyan hemû xetên sor ên olan û qanûnên navneteweyî binpê kirin.

Seydoş anî ziman ku armanca dewleta Tirk a faşîst ew e ku li ser hesabê gel û qirkirina wan Osmaniya nû li herêmê zindî bike, lê dê gelê herêmê li dijî van planan bisekine.

Seydoş destnîşan kir ku tiştê ji gel û pêkhateyan tê xwestin ew e ku destkeftiyên bi saya şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin û li dijî van êrişan yekitiya xwe ava bikin.

Seydoş di dawiyê de bang li rêxistinên navneteweyî, hiqûqî û mafên mirovan kir ku li hember van êrişan bi erka xwe rabin û ji bêdengiya xwe derkevin.

GIRKÊ LEGÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan û êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandan kirin û ber bi Qada Şehîd Xebat ve çûn.

Xwepêşandêr li kolanên sereke yên navçeyê geriyan û wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên "Azadî ji rêber Ocalan re" rakirin.

Li kolana sereke ya navçeyê endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Girkê Legê Idrîs Ehmed axivî û îşaret bi berxwedana rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de kir û wiah got: "Berxwedana rêber Ocalan a di girtîgeha Îmraliyê de ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê veguheriya çavkaniya hêzê."

Idrîs Ehmed banga bilindkirina têkoşînê û çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir. Her wiha bang li gel kir ku li dijî êrişên qirkirinê yên ji aliyê dewleta Tirk ve têkoşînê mezin bikin û got: “Divê têkoşîn bingeha serkeftinê be.”

AMÛDÊ

Bi heman armancê, şêniyên navçeya Amûdê li pêş navenda têkiliyan a Rûsyayê ya li Amûdê xwepêşandan kirin û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. Şêniyan her wiha bang li Rûsya kir ku helwesta xwe li hember sûcên dagirkeriya Tirk zelal bike.

Beşdarên xwepêşandanê ji qada Şengalê ber bi navenda têkiliyan a Rûsyayê ya li başûrê navçeyê ve meşiyan û bênavber sloganên dilsoziya bi şehîdan re berz kirin

Xwepêşandêran wêneyên zarokên di êrişên balafirên bêmirov ên biçek û topavêjên dewleta Tirk de birîndar bûne, alên saziyên sivîl, partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Malbatên Şehîdan û pankertên bi nivîsên "Rûsya dijminê gelên bindest e û bi taybet gelê Kurd, Na ji kuştinê re” rakirin.

Li pêş navenda têkiliyan a Rûsyayê, endama Kongra Star a navçeya Amûdê Cemîle Mihemed axivî û diyar kir ku bi hezaran zarokên wan di encama êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye de şehîd bûn û heta niha bêdengiya navneteweyî berdewam e.

Cemîla wiha axaftina xwe berdewam kir: “Hêzên me yên leşkerî destkeftiyên me diparêzin. Divê Rûsya û Amerîka li hember êrişên barbarî ên Tirkiyê helwesteke hişk nîşan bidin, yan jî bila ji herêmên me derkevin.

Piştre bi navê xwepêşandêran şandeyek çû nivîsgeha berpirsê navenda têkiliyan a Rûsyayê da ku helwesta welatê xwe li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û sûcên li diîj welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zelal bike.

ANHA