Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê: Êrişên Tirkiyê operasyona qirkirina siyasî ye

Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û diyar kir ku ev êriş di çarçoveya operasyona qirkirinê li dijî pêkhateyên herêmê de pêk tên.

Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê: Êrişên Tirkiyê operasyona qirkirina siyasî ye
10 tebax, 2022   13:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

"Roja sêşemê 9'ê Tebaxa 2022'an, artêşa Tirk a dagirker komek nuqte û gundên sînorî yên herêma Cizîrê li Bakurê Rojhilatê Sûriyê kir hedef û di encamê de hejmarek şehîd û birîndar di nav de zarok û jin, çêbûn. Her wiha ziyanên madî jî gihişte mal û milkê welatiyan. Beriya vê çend rojên borî, êrişên hovane yên din hatin kirin, ku di encamê de hejmarek welatiyên sivîl şehîd û birîndar ketin.

Ev êrişên dijminane di çarçoveya hemleya tinekirinê ya faşîzma Tirk a li dijî pêkhateyên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û li dijî projeya wê ya Xweseriya Demokratîk pêk tên ku di salên borî de karîbû ji hemû cîhanê re îsbat bike ku ew modela herî baş e ji bo çareseriya Sûriyê.

Êrişên berdewam ên terorîstên faşîst ên Tirk ên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser, berî her tiştî ew êrişên li ser nirx û prensîbên demokrasî, azadî, jiyana hevbeş a aştiyane û biratiya gelan in ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tên jiyankirin.

Ev êriş armanceke rasterast li hember ewlehî û aramiya li herêmên Rêveberiya Xweser e, her wiha hewldanek e ji bo vegerandina rêxistina terorîst a DAIŞ'ê ku berê û niha (çi jê maye) ji aliyê hikumeta Tirkiyê ya bi serokatiya     Erdogan ve hatiye piştgirîkirin û rêvebirin.Terora ku dewleta Tirk a faşîst li hundir û derveyê Tirkiyeyê destek dike û dide meşandin, bûye rastiyeke eşkere û ji kesî nayê veşartin. Ev yek daxwaza tevgereke cidî ya navneteweyî li hember vê terorê dike, ku ne tenê ewlehî û îstiqrara navçê, belkî ewlehiya cîhanî bi giştî jî dixe metirsiyê.

Em Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê êrişên Tirkiyê yên li ser navçeyên Rêveberiya Xweser bi tundî şermezar dikin û bang li civata navneteweyî, di serî de welatên Koalîsyona Navneteweyî dikin ku dawî li terora Tirkiyê ya ku li dijî gel û pêkhateyên herêmê pêk tîne, bîne.  Em banga xwe ya girtina qada hewayî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dubare dikin. Her wiha em bang li hemû pêkhateyên herêmên Rêveberiya Xweser dikin ku li dora Hêzên Sûriya Demokratîk kom bibin û bi rê û rêbazên cuda piştgirî û alîkariya wan bikin."

ANHA