​​​​​​​Artêşa Tirk gundên Til Temir û Tirbespiyê bi dijwarî topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Deşîşa û Gozeliyê yên Til Temirê û gundê Dêrna Qulinga yê Tirbespiyê bi dijwarî topbaran dikin.

​​​​​​​Artêşa Tirk gundên Til Temir û Tirbespiyê bi dijwarî topbaran dikin
9 tebax, 2022   16:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Deşîşa û Gozeliyê yên dikevin rojavayê navenda navçeya Til Temirê bi obîs û hawnan topbaran dikin.

Her wiha gundên Dêrna Qulinga yê navçeya Tirbespiyê  bi hawanan bi dijwarî dane ber topand.

Zêdetirî 4 guleyan hawanan li naverasta Dêrna Qulinga û girê wê yê şûnwarî ketine.

ANHA