Di êrişên li ser gundên Dirbêsiyê û Tirbespiyê de du kes birîndar bûn

Di êrişa li ser gundê Qeremanê yê Dirbêsiyê de leşkerekî hêzên hikumeta Şamê bişrndar bû. Her wiha di êrişa li ser gundê Til Şeîr ê Tirbespiyê de keçek birîndar bû.

Di êrişên li ser gundên Dirbêsiyê û Tirbespiyê de du kes birîndar bûn
9 tebax, 2022   14:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Di êrişa artêşa Tirk a dagirker a li ser gundê Qeremanê yê rojavayê navenda navçeya Dirbêsiyê de leşkerekî hêzên hikumeta Şamê birîndar bû. Leşkerê birîndar rakirin Nexweşxaneya Şehîd Xebat a navçeyê.

Artêşa Tirk a dagirker  û çeteyên êrişên xwe li ser gundewarê bakurê rojavayê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo berfireh kirin, vê carê gundên Til Şeîr û Girkê Zîra jî topbaran kirin. Di êrişa li ser gundê Til Şeîr de keçeke ku di nava zeviyên çandiniyê de kar dikir, birîndar bû.

ANHA