Bi hezaran şêniyên Hesekê li dijî êrişên dagirkeriyê li qadan bûn

Bi hezaran şêniyên Hesekê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û banga girtina qada hewayî ya herêmê li ber balafirên dewleta Tirk kirin.

Bi hezaran şêniyên Hesekê li dijî êrişên dagirkeriyê li qadan bûn
Bi hezaran şêniyên Hesekê li dijî êrişên dagirkeriyê li qadan bûn
Bi hezaran şêniyên Hesekê li dijî êrişên dagirkeriyê li qadan bûn
Bi hezaran şêniyên Hesekê li dijî êrişên dagirkeriyê li qadan bûn
Bi hezaran şêniyên Hesekê li dijî êrişên dagirkeriyê li qadan bûn
Bi hezaran şêniyên Hesekê li dijî êrişên dagirkeriyê li qadan bûn
Bi hezaran şêniyên Hesekê li dijî êrişên dagirkeriyê li qadan bûn
9 tebax, 2022   14:20
HESEKÊ

Bi hezaran şêniyên Hesekê bi meşekê êrişên domdar ên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

Meş ji çerxerêya Şehîd Ezîz a taxa Xiwêran dest pê kir û ber bi baregehên Koalîsyona Navneteweyî ve çû. Di meşê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana QSD", Em bang li Rûsya û Amerîkayê dikin ku qada Rojava li ber balafirên Tirkiyê bigirin", "Na ji şerê li dijî zarokan re" û "Wijdanê mirovahiyê li ku ye?" hatin berzkirin.

Meş li pêşiya baregeha Koalîsyona Navneteweyî veguherî mîtingê, paşê ji aliyê endama koordînasyona Kongra Star Nîda El-Salih ve daxuyanî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker bi hincetên şerê li dijî terorê êrişê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û hate diyarkirin ev êrişî karekî dûrî mirovahiyê ne.

Her wiha hate diyarkirin: "Di her demekê de ku Erdogan behsa terorê dike, herêmên me yên ewle bi dijwarî tê topbarankirin û hemû pêkhate tên hedefkirin. Çawa Erdogan behsa komên terorîst dike û ew bi destekê yekemîn û alîgirê sereke yê terorê ye!"

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê alozî li herêmê belav kirin, her wiha hewl didin ewlehî û yekitiya herêmê têk bibin da ku projeya wê ya neteweya demokratîk têk bibe. Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka aloziya Sûriyê ve hewl dide Împaratoriya Osmanî ya hilweşiyayî ji nû ve ava bike. Ev dewleta   bi hinceta pêkanîna aştiyê û parastina ewlekarî û sînorên herêmê, civînan û lihevkirinan çêdike ku bi behaneya hebûna terorê derbasî herêmên Sûriyê bi taybet Bakurê Sûriyê bibin.

Erdogan bi hinceta şerê li hemberî terorê destdirêjî zarokên me dike yên ku li pariya jiyanê digerin an jî mafên xwe yên xwezayê pêk tînin. Ev kiryar bi armanca têkbirina pêşeroja neteweyeke bi ewle ye. Di êrişên dawî yên dewleta Tirk ên li ser Til Rifet, herêma Sînaa ya bajarê Qamişlo zarok hatin hedefkirin. Ev delîlê îflasa zihniyeta turamîzmê ye ku nikare li ber xwe bide, ji ber vê yek balafiran bi kar tîne."

Di dewama daxuyaniyê de bêdengiya dewletên garantor hatin şermzarkirin û hate gotin ev dewletên ji bûyerên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê diqewimin berpirsyar in.  Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevgerên jinan li herêmê bi şev û roj li ber xwe didin. Bi vê meşa xwe, hêrsa ya kûr a li hemberî bêdengiya navneteweyî ya li hemberî bûyerên li herêmê diqewimin diyar dikin. Her wiha em her du dewletên garantor li herêmê (Rûsya û Amerîka) ji van hemû bûyeran berpirsyar dibînin, ji ber ku bêdeng in."

Di dawiya daxuyaniyê de banga rawestandina êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin "Em banga rawestandina êrişên li ser herêmê û rizgarkirina herêmên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve dagirkirî, dikin. Em bang dikin ku mijara Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji nû ve bê li ber çavan bê derbaskirin û qada hewayî li ber balafirên dewleta Tirk a dagirker were girtin. Em bang li rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên parastina mafên zarokan dikin ku lezê bidin destpêkirina lêpirsînê derbarê bûyerên li herêmê diqewimin de, bi taybetî hedefgirtina zarokan."

Piştî bidawîbûna xwendina daxuyaniyê, 4 endamên Meclisa Malbatên Şehîdan derbasî navenda Koalîsyona Navneteweyî bûn da ku bi rayedarên wê re hevdîtin pêk bînin. Piştî derketina wan, ajansa me bi hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Selma Qasim re hevdîtin pêk anî û diyar kir ku hêzên koalîsyonê îdia dikin ku sedema bêdengiya rayedaran a li hember êrişên berdewam û hedefgirtina welatiyan bi balafirên keşfê nizanin û dê hemû bangan bigihînin rayedar û aliyên pêwendîdar.

Çalakî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gel û hêzên leşkerî û şermezarkirina sûcên dewleta Tirk bi dawî bû.

ANHA