Dewleta Tirk gundên Amûdê, Tirbespiyê û Dirbêsiyê topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de gundên Amûdê, Tirbespiyê û Dirbêsiyê dane ber topan.

Dewleta Tirk gundên Amûdê, Tirbespiyê û Dirbêsiyê topbaran dikin
9 tebax, 2022   13:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanên me ji qadê ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên Cirnik, Til Hemdûn û Xanîkê yên navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo, gundên Qermanê yê dikeve rojavayê navenda navçeya Dirbêsiyê yê kantona Hesekê topbaran dikin..

Heman demê gundên Şelhomiyê, Girdêm û Kêl Hesnak ên bakurê navçeya Tirbesiyê topbaran dikin.

Nûçegihanê me diyar kir ku di topbarana li ser gundên Til Cîhan, Wertan, Zorava, Til Bişik, Mele Ebas ên bakurê rojavayê Tirbespiyê de birîndar hene.

ANHA