Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekê eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekê eşkere kir ku îro li kantona Tebqayê dema erka xwe ya parastinê pêk dianî, gihaşt asta şehadetê.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekê eşkere kir
8 tebax, 2022   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro bi daxuyaniyekê nasnameya şehîdeke xwe eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku endama wan a ji kantona Tebqayê ya bi navê Wîdad El-Hac Ebidulehmed li kantonê, îro (8'ê Tebaxê) dema erka xwe ya parastina xak û gelê xwe pêk dianî, gihaşt asta şehadetê.

 Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdê wiha ye:

Navê şehîd: Wîdad El-Hac Ebdulehmed

Navê bav: Îbrahîm

Navê dayikê: Nadîre

Cih û dîroka tevlêbûnê: Tebqa, 04.07.2021

Cih û dîroka Şehadetê: Tebqa 08.08.2022

Di dawiya daxuyaniyê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza berdewamkirina rêya şehîdan da.