​​​​​​​Li Reqayê 6 hezar mamoste li ser pergala nû ya ezmûnan perwerde dibin

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê ji 6 hezar mamosteyan re li ser pergala nirxandina ezmûnan a nû, perwerdeyek vekir.

​​​​​​​Li Reqayê 6 hezar mamoste li ser pergala nû ya ezmûnan perwerde dibin
8 tebax, 2022   11:03
REQA

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê li gorî biryara Desteya Perwerde û Fêrkirinê ku li şûna ezmûnên nivîskî mamoste nirxandinê bikin, perwerde ji mamosteyan re vekir.

Têkildarî mijarê hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê Zuleyxa Ebdî got: "Biryar hebû ku îsal perwerdeyên havînê neyên vekirin, lê piştî em bi Desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê re civiyan, biryarên nû hatin dayîn ku yek ji wan jî; ji dêvla xwendekar ezmûnan pêşkêş bikin ew ê ji aliyê mamosteyên xwe ve werin nirxandin."

Zuleyxa anî ziman ku bi vî awayî li Reqayê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê 16 navendên perwerdeyê ji 6 hezar mamosteyan re vekirin ku ew ê li ser 2 beşan têkildarî pergala nû ya nirxandinê werin perwerdekirin.

Zuleya Ebdî wiha axaftina xwe dewam kir: "Di dema şer de li dibistanên Reqa û gundewarên wê materyalên UNICEF’ê dihatin dayîn, lê îsal waneya çand û exlaqê li cihê waneya civaknasiyê hate destnîşankirin. Lewma ew ê 80 mamosteyên civaknasoyê li ser waneya çand û exalaqê werin perwerdekirin."

Zuleyxa îşaret bi rola mamosteyên Reqayê di serkeftina qada perwerdeyê de kir û bang li wan kir ku zêdetir vê xebatê xurt bikin.

(eh)

ANHA