​​​​​​​Parlamenterekî Iraqê: Nebûna hikumetekê hişt Tirkiye serweriya Iraqê binpê bike

Parlamenterê iraqî Mihemed Kerîm got nebûna hikumeteke xwedî otorîte hişt ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Iraqê dubare bibin û serweriya wê were binpêkirin.

​​​​​​​Parlamenterekî Iraqê: Nebûna hikumetekê hişt Tirkiye serweriya Iraqê binpê bike
8 tebax, 2022   10:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamenter Mihemed Kerîm ji Ajansa Melûme ya Iraqê re got: "Bombebarankirina berdewam a Tirkiyê li ser Iraqê ji ber nebûna hikumeteke rasteqîn û bihêz e.”

Kerîm her wiha got: "Rê li ber girtina êrişên Tirkiyê pêwîstî bi avakirina hikumeteke nû heye ku bikare çareyan ji van binpêkirinên dubare re peyda bike û her êrişek li dijî Iraqê ji her alî ve were astengkirin."

Mihemed Kerîm wiha lê zêde kir: "Hinek pirsgirêk hene divê bên çareserkirin; êrişên Tirkiyê, ji ber ku ew dê bibe sedema êrişên din."