Li Kabûlê teqîn

Li paytexta Efganistan Kabûlê teqînek rû daye. Metirsî hene ku gelek kes birîndar bûne.

Li Kabûlê teqîn
6 tebax, 2022   13:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî tora nûçeyan Al-Ain, li aliyê rojavayê bajêr Kabulê ku piraniya niştecihên wê şîe ne, teqînek pêk hatiye. Lê nehat zanîn kî berpirsa vê teqînê ye.

Duh înê, di encama teqînekê de ku DAIŞ`ê li Kabûlê pêk aniye, 18 kes birîndar bûn û herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest da.

(şx)