Dayikên şehîdan: Yek Jiyan diçe bi hezaran tên

Dayikên şehîdên destnîşan kirin ku ew ê heya dawî destkeftiyên zarokên xwe biparêzin û gotin: “Dewleta Tirk bi êrişên bi balafiran re şerekî derveyî exleqê dike. Berxwedana me wê hemû planên wan vala derxîne.”

Dayikên şehîdan: Yek Jiyan diçe bi hezaran tên
2 tebax, 2022   23:38
QAMIŞLO –HISÊN HISÊN

Berxwedana şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi berdelên bi hezaran şehîdan hatiye xurtkirin. Ruxmî ewqas êriş, hovîtî û bêdengiya cîhanê, gelê herêmê bi vîneke xurt li pey şopa şehîdên xwe ne ku bi biryar in destkeftiyên zarokên xwe biparêzin. Dayikên ku bi jiyaneke zehmet zarokên xwe mezin kirin di oxira welatekî azad de gorî axê kirin. Îro jî dayikên şehîdan wekî Cîhan Gulo, Cewahîr Osman û Cemîla Dewûd li dijî êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê soza berxwedanê didin.

HEMAN FERASETA DAIŞ'Ê YE

Dayika şehîd Gulan û şehîd Mihemed, Cîhan Gulo derbarê êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de  anî ziman ku dagirker pêşengên ku li dijî DAIŞ'ê şer kirine dike hedef û got: “Dewleta Tirk a dagirker û faşîst gelê me yê welatparêz û fermandar û şervanên me yên ku bi salan li hember hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê şer kirin û li ber xwe dan bi balafirên xwe yên bê mirov dike hedef û şehîd dixîne. Cûdahî di navbera dewleta Tirk û DAIŞ de tune ye. DAIŞ bi hovîtiya xwe hat li ser gelê me, serê sivîlan jêkirin, yek ji wan jî keça min Gulan bû ku di şerê Til Hemîs de şûr danîbûn li ser qirika wê, lê bi destê wan şehîd neket. DAIŞ li cem dewleta Tirk çêbû. Ji ber vê yekê Tirkiyê pişta wê digre.”

`HEYA DAWÎ LI PEY ŞOPA ZAROKÊN XWE NE`

“Em weke dayikên şehîdan tu carî dev ji doza zarokên xwe bernedin” bi van gotinan Cîhan Gulo erkên ku şehîdan dane wan bilêv dike û van tiştan lê zêde dike: “Bila dewleta Tirk û hemû çeteyên wê bizanibin bi hedefgirtina fermandar, şervan û gelê me nikare me ji doz û şehîdên me dûr bixîne. Bila dewleta Tirk baş bizanibe ku em ê roj bi roj xurtir bibin û li ber xwe bidin. Em heta dawî li pey şopa şehîdên xwe ne. Bila dewleta Tirk tu caran nefikire ku em ê bi lêdana balafiran bitirsin û dev ji axa xwe berdin. Ev ax, namûs û şerefa me ye. Em ê hertim li pey şervanên xwe bin.”

Şehîd Gulan Gulo, di 2011’ an de tev li berxwedana Şoreşa Rojava bû û di pêngavên rizgarkirina Şengal, Til Hemîs, Serêkaniyê û Kobanê de cih girt. Di heman demê de çend caran birîndar bû û di sala 2018’an de li bajarê Efrînê gihaşt asta şehadetê.

Mihemed Gulo û kalikê xwe Yûsif Gulo, 9'ê Mijdara 2021`an di encama êrişa bi SÎHA`yê ya dewleta Tirk a dagirker de li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo şehîd bûn.

`JI ÎRO Û ŞÛN DE EM Ê DESTÛR NEDIN DAGIRKERAN`

Dayika şehîd Hozan û şehîd Xebat, Cewahîr Osman destnîşan kir ku dewleta Tirk bi van êrişên xwe şerekî derveyî exlaqê dimeşîne û got: “Dewleta Tirk a dagirker bi awayek hovane, bi balafirên xwe yên bê mirov bêyî ku cudahî bixe nava zarok û gelên din êrişên nemerdane li ser gelê me yê sivîl û şervanên me dimeşîne. Em dibînin ku dewleta Tirk bi van gef û êrişên xwe dixwaze çeteyên DAIŞ’ê cardin li ser vê xaka me ya ku bi xwîna zarokên me hatiye paqijkirin, zindî bike.  Ji bo em bi rûmet bijîn û nekevin bin zilma dagirkeran divê em li ser şopa zarokên xwe û şervanên xwe tê bikoşin. Çawa ku me berê mil bi milê zarokên xwe xebat da meşandin û heta zarokên me li ser vê xetê canê xwe dan, em ê ji îro û pêde jî bi vînek hîn xurtir têkoşîn bikin û destûr nedin dewleta Tirk a dagirker a faşîst. Divê em yek bin û yekitiya xwe bihêztir bikin.”

Cewahîr Osman, da zanîn ku dibe ku gelek şehîd bên dayîn, lê wê heya dawî destkeftiyên zarokên xwe biparêzin û got: “Bi saya şehadeta wan me destkeftî bi dest xistine. Îro bi saya xwîna şehîdên xwe em bûne xwedî sazî û dezgeh. Di heman demê de wê ev destkeftiyên şoreşê bibin nirxekî dîrokî ji bo cîhanê tevahî. Dibe ku em di pêşerojê de hîna şehîd û berdêlên giranbuha bidin, lê belê em tu caran gav paşde navêjin. Niha derfet zêdetirin ku em ji keda zarokên xwe re bibin bersiv.”

`BI HEZARAN SER ŞOPA ŞEHÎD JIYAN IN`

Cewahîr Osman, diyar kir ku jinên têkoşer ên ku DAIŞ têk birin tên hedefgirtin û got: “Jin bingehê avakirina civakê ye. Ne tenê şervan û fermandarên jin dixe hedefa xwe. Di heman demê de jinên ku pêşengitiyê jiyana neteweya demokratîk dikin, tên hedefgirtin, mînaka ber bi çava bûyera Hind û Seida ne ku li Hesekê hatin qetilkirin. Bi vê yekê dixwastin tirs û xorê bixin dilê tevahî jinên têkoşer. Dibe ku îro heval Jiyan Tolhildan û rêhevalên wê hatin qetilkirin, lê bi hezaran şervan li ser şopa wan e. Bi her şehadetekê re bi sedan keç û xortên me bûne şopdarên şehîdan û bi tevlîbûna xwe ya nava refên şoreşê bûne bersiv. Em ê heta dawî bi vîna şehîdên xwe yên nemir têkoşînê bikin û şer bikin. Em ê nehêlin ku bostek din ji xaka welatê me were dagirkirin.”

`YAN HEBÛN YAN TINEBÛN`

Dayika şehîd xelat û şehîd Ezîz, Cemîla Dawûd jî  got: “Em dayik, zarokên me şehîd dikevin, kezaba me dişewite. Du zarokên min şehîd ketin tu kesê nedît min rondikek barand, kezeba min dişewitî lê belê min ji xwe re digot ji bo welatê me ye û ji bo gelê Kurd e. Ji hêza me ditirsin. Eger em Kurd bigihêjin armancên xwe wê planên qirêj ên hêzên desthilatdar têk biçin. Em bi hêza xwe bawer in, yên ku dê bi ser bikevin em in. Em li pişt şehîdên xwe ne û ji vê dozê venagerin, yan hebûn, yan tunebûn. Wekî ku serokê me dibêje; 'Şoreşa me demdirêj e'. Mîna bîrekê ye em bi serê derziyê dikolin. Em ê bi serê derziyê bikolin heta em bigihêjin armancên xwe. Rast e me gelek şehîd dane, lê belê em tu caran dev ji doza xwe bernadin.”

`BILA HEMÛ DAYIK ERKÊN XWE BI CIH BÎNIN`

Cemîla Dawûd di dawiya axaftina xwe de bang li hemû dayikên Kurdistanê û bi taybet dayikên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir: “Banga min ji tevahî dayikan; li ber xwe bidin û çi erk bikeve li ser milê wê pêk bînin. Bila dayik li pêşiya zarokên xwe negirin, bila vekin. Ji ber ku şerek giran li pêşiya me heye. Ne bi berxwedana keç û xortên me be em ê nebin xwedî jiyanek bi rûmet. Em ne poşman in ku zarokên me şehîd dikevin, em dibêjin bila zarokên me biçin cenga azadiyê. Rast e niha temenê me mezin bûye, em ji bo pêşeroja zarokên xwe difikirin. Bila pêşeroja me vê zilm û zorê nebînin. Ji me tevan tê xwestin ku em xwedî li şervanên xwe derbikevin.”

ANHA