Xabûr Ekad: Em pabendî peymana agirbestê ne lê em ê bê teredûd xwe biparêzin

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê, Xabûr Ekad, destnîşan kir ku hêzên wan pabendî agirbestê ne, lê eger êriş hat ser wan dê bêdeng nemînin.

Xabûr Ekad: Em pabendî peymana agirbestê ne lê em ê bê teredûd xwe biparêzin
2 tebax, 2022   00:48
HESEKÊ

Ji 23’ê Tîrmehê ve, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê topbarana xwe ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê di serî de navçeyên Til Temir û Zirganê yên kantona Hesekê, zêde kirine.

Piştî civîna Tehranê, asta van êrişan zêde bû ku ji 2019`an ve ya herî dijwar e. Dewleta Tirk a dagirker rojane herêmên navborî topbaran dike.

Der barê rewşa eniyên şer de piştî topbarana dagirkeriya Tirk, fermandarê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê, Xabûr Ekad ji ajansa me re wiha axivî: “Zêdebûna topbarana dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser navçeya Til Temir û Hewza Xabûrê di 23’ê Tîrmehê de dest pê kir, di encamê de jî ziyanên mezin gihiştin navçeyên Til Temir û Zirganê, ku ji dema dagirkirina Serêkaniyê ve, ev topbarana herî giran û honave ye.”

Xabûr Ekad wiha domand: “Dagirkeriya Tirk bi awayekî rasterast gundiyan hedef digire ku di encamê de 23 welatî di nav de zarok û kesên temenmezin hene ji herdu navçeyên Til Temir û Zirganê û 3 şervanên Hêzên Parastina Xabûr a Aşûr birîndar bûn. Dagirkeriya Tirk hewl dide bi rêya hedefgirtina şêniyan, herêmê ji niştecihên resen vala bike.”

Xabûr Ekad destnîşan kir ku zêdebûna topbaranê di vê dawiyê de, berteka dewketa Tirk li hember civîna Tehranê ya sêalî (Tirkiyê, Rûsya û Îran) e û got: “Piştî ku nekarî erêkirinê bi dest bixe ji bo êrişî herêmê bike. Ji ber wê dewleta Tirk a dagirker êriş û topbarana li ser herêmên ewle û jîngehan bi armanca herêmê vala bike, zêde kirin.”

Xabûr Ekad destnîşan kir ku hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê pabendî peymana agirbestê ya 2019’an e, lê di çarçoveya mafê parastina rewa de ew li cihê topbaranê bersiv didin û got: “Em pabendî lihevkirina agirbestê ne. Lê dema êriş hat ser me em ê bêdeng nemînin û di çarçoveya mafê parastina rewa de bersivê bidin.”

Her wiha, Xabûr Ekad destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirina wan peymanan didomînin û rojane herêmên li eniyên şer topbaran dikin. Xabûr îşaret pê kir ku hêzên garantor berpirsên van binpêkirinan û qurbaniyên êrişan e.

Xabûr Edad wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Hêzên garantor ên li herêmê, ji roja ketina herêmê ve li hember binpêkirinên dagirkeriya Tirk ên der heqê şêniyên herêmê de bêdeng in, ji ber wê jî em bang li hemû wan dikin ku xwedî li erkê xwe derkevin û çareseriyekê bibînin ku ewlehiya herêmê diparêze.”

(mh)

ANHA