Hêzên sereke yên Iraqê banga bidawîbûna xwepêşandanan kir

Xwepêşandana alîgirên Çarçoveya Hemahengî li Bexdayê û ya alîgirên Tevgera Sedr jî li parêzgehên başûr û naverasta Iraqê li ser daxwaza berpirsên her du aliyan bi dawî hatin.

Hêzên sereke yên Iraqê banga bidawîbûna xwepêşandanan kir
1 tebax, 2022   18:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Giştî yê Tevgera Esayip Ehil El Heq Qeys El Xezelî bi peyamekê bang li xwepêşanderên Çarçoveya Hemahengî kir. Xezelî got, “ji ber hûn rûbirûyê hêzên ewlehiyê nebûn û neçûn nav Herêma Kesk we peyame xwe gihand. Daxwaz ji we dikin bi selametî vegerin malên xwe.”

Li aliyê din Wezîrê Sedr Salih Mihemed Iraqî jî bi peyamekê daxwaz ji xwepêşanderên Tevgera Sedr ên li parêzgehên başûrê Iraqê kir nimêja xwe bikin û vegerin malên xwe.

Lê hêjayî bibîrxistinê ye heta niha jî bi hezaran alîgirên Tevgera Sedir di nava Herêma Kesk de ne û ji avahiya parlementoyê derneketine.