​​​​​​​Azad Dîwanî: Rejîma Erdogan li dijî Kurd, Xiristiyan û Êzidiyan jensoid pêk tîne

Pisporê Siyaset û Pêwendiyên Navneteweyî Dr. Azad Dîwanî der barê zêdebûna gef û êrişên artêşa Tirk di vê dawiyê de li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê got Tirkiye “teror û nijadperestiyê” li dijî Kurdan pêk tîne, çi li Bakurê Kurdistanê, çi li deverên kurdî yên li derveyî sînorên Dewleta Tirk.

​​​​​​​Azad Dîwanî: Rejîma Erdogan li dijî Kurd, Xiristiyan û Êzidiyan jensoid pêk tîne
2 tebax, 2022   03:25
KOBANÊ – CUMA MIHMED

Dewleta Tirk êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir kirine, bi dehan gund û bajarok rastî topbarana bi moşek û topan tên. Her wiha balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker êrişan li dijî herêmê pêk tînin û di encamê de gelek welatî, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, şervan û fermandarên QSD`ê di Tîrmehê de şehîd bûn. 

Êriş hemwextî zêdebûna gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê bi armanca dagirkirina axa Sûriyê zêde bûn.

DEWLETA TIRK TEROR Û NIJADPERESTIYÊ LI DIJÎ KURDAN PÊK TÎNE

Girêdayî mijarê pirsporê Siyaset û Têkiliyên Navneteweyî Dr.Azad Dîwanî ji ajansa me re axivî û got: "Tirkiye welatekî li ser nijadperestî û terorê hatiye avakirin û gelê Kurd jî yek ji qurbanên herî mezin ên vê nijadperestî û terorê ye."

Dîwanî wiha domand: "Tirkiye vê nijadperestî û terorê li dijî Kurdan pêk tîne, çi li Bakurê Kurdistanê, çi li herêmên Kurdan ên li derveyî sînorên xwe." 

Her wiha Dîwanî diyar kir ku êrişên li dijî Rojava û bakurê Sûriyê, beşek beşek ji destwerdana wê ye ku bi rêya wê jenosid li dijî Kurdan, Xiristiyan û pêkhateyên Rêveberiya Xweser pêk tîne. 

Dîwanî wiha anî ziman: "Madem mekanîzmayeke navneteweyî ya bi bandor ji bo rawestandina êrişan tune ye, Tirkiye wê êriş û terora xwe ya li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û niştecihên wê bidomîne. Ji ber ku rejîma Erdogan, Sûriye, Iraq û tevahiya Rojhilata Navîn û heta hinek ji Yewnanistan û welatên din ên Ewropayê jî weke mêtîngehên Împaratoriya Osmanî ya hilweşiyayî dibîne. Erdogan vê mîrasa mêtînger a xwîndar pîroz dike."

JI BO BIDESTXISTINA XEWNA OSMANIYAN “ÇETEYÊN TERORÎST” SEFERBER KIRIN

Azad Dîwanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa hewldanên Serokkomarê Tirkiye yên ji bo vejandina Împaratoriya Osmanî ya hilweşiyayî kir û got: "Ji bo bicihanîna xewna vegerandina kontrola Osmaniyan li ser Sûriye û Iraqê, rejîma Erdogan bi rêya bikaranîna çeteyên terorîst ên weke DAIŞ, El Nûsra û Îxwan Muslimîn hewl dide tevliheviyê û tundiyê li her du welatan pêk bîne."

Dîwanî wiha pê de çû: "Rejîma Erdogan aramî û pêkvejiyana aştiyane ya ku Rêveberiya Xweser li ser kar dike, weke astengiyekê dibîne ku divê were tunekirin da ku bigihêje kûrahiya Ereban li Sûriye û Iraqê û ji wê dûrtir bigihêje welatên Kendavê yên bi petrolê dewlemend.."

Dîwanî li ser mekanîzmayên rawestandina sûcên Tirkiyê û hesabxwestinê got: "Ev yek girêdayî hebûna saziyeke pispor a girêdayî Rêveberiya Xweser e, ku sûcên çeteyên DAIŞ'ê yên Tirk ên li dijî welatiyên Rojava û Bakurê Sûriyê pêk anîne, belge bike û mekanîzmayekê ji bo li cem aliyên têkildarî gilî bikin peyda bike."

Der barê kiryarên dewleta Tirk li dijî pêkhateyên herêmê de Dîwanî got: "Rejîma Erdogan sûcên dagirkeriyê li dijî Bakurê Sûriyê dike. Li dijî Kurdan, Xiristiyan, Êzidî û Elewiyan li bakurê Sûriyê jenosid pêk tîne. Ji ber ku hejmara sûcan pir e û mekanîzmeya pêkanîna wan jî sîstematîk e, gelek dijwar e ku beyî hebûna saziyeke pispor a ku dikare lêkolînan bike û sûcan belge bike, ev yek di aliyê hiqûqî de were şopandin.”

Azad Dîwanî di dawiyê de got: "Vebijêrk di hebûna saziyeke dîplomatîk a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye ku hewl bide aliyên navneteweyî neçar bike ku helwestan nîşan bidin ji bo pêkanîna ewlehiyê li herêmê. Lê mixabin tu saziyeke çalak wiha tune ye. Li gel ku Tirkiyê, wek dewletek û saziyên xwedî derfet, hemleyên sîstematîk didomîne da ku zemînên navneteweyî ji bo pêkanîna êrişan amade bike, bi rêya bikaranîna kêmasiyan di helwestên dewletên têkildar de."

ANHA