​​​​​​​Nivîskar Fehîm Işik: Li Rojhilata Navîn niha Kurd hêza herî xurt e

Nivîskar û rojnamevan Fehîm Işik destnîşan kir ku dewleta Tirk ji NATO`yê sûd wergirtiye û ji bo şerê li dijî kurdan endamtiya xwe ya di nava wê de bi kar an û wiha got: “Eger ne ji desteka NATO û welatên rojavayî ya ji bo Tirkiyê bûya, nedikarî siyaseta qirkirinê li dijî kurdan û kêmneteweyên din ên li Tirkiyê pêk bîne. Kurd niha li Rojhilata Navîn hêza herî xurt e."

​​​​​​​Nivîskar Fehîm Işik: Li Rojhilata Navîn niha Kurd hêza herî xurt e
24 tîrmeh, 2022   03:15
NAVENDA NÛÇEYAN-MEDYA HENAN

Weke îro (24`ê Tîrmehê) sala 1923`yan, hevalbendên ji Şerê Cîhanê yê Yekemîn serkeftî derketine, di serî de  Brîtaniya û Fransa, Peymana Lozanê bi hikumeta Tirkiyê ya wê demê re îmze kir. Li ser wê, nexşerêya Tirkiyê ya niha û welatên rojhilata Ewropayê hat xêzkirin.

Her wiha peymanê axa Kurdistanê kir 4 parçe ku ji aliyê 4 rejîmên zordest ve hate dagirkirin. Rewşa kurdan hat guhertin. Rewşa kurdan li Bakurê Kurdistanê ya herî xirab bû.

Der barê peymanê encamên wê li ser gelên Tirkiyê û Kurdistan û Tevgera Gelê Kurd de nivîskarê Fehîm Işik ji me re axivî.

Fehîm Işik: “Erê rast e, Kurd li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê rûbirûyî hemleyên qirkirinê bû. Wan pergalan hebûna kurdan red nekir mîna ku dewleta Tirk red dike.”

Işik da zanîn ku Tirkiyê piştî Peymana Lozanê dest bi hemleyên helandin û qirkirinê li dijî kurdan kir. Kurdan jî ev yek red kir û got: ''Sala 1925`an, Kurd bi pêşengiya Şêx Seîd serî hilda û heta sala 1938`an sala Serhildana Dersîmê, serhildana xwe li hember siyasetên Tirkiyê berdewam kir.”

Her wiha Işik destnîşan kir ku piştî têkbirina Serhildana Dersîmê, Kurd rast bedbniyeke mezin hat û got: “Em dikarin bêjin ku dewleta Tirk di wê serdemê de serkeftinek bi dest xist. Li gorî daneyên fermî, zêdetirî 250 hezar Kurd hatin qetilkirin.”

Işik daxuyand ku dewleta Tirk piştî têkbirina Serhildana Dersîmê siyaseta tirkkirinê li dijî her kesên li Tirkiyê meşand, slogana hemû Tirk in, muslimanên sûnî û girêdayî mezheba henefî ne berz kir.

Girêdayî siyasetên çewisandina gelan ku desthilata Tirk di wê demê de meşandiye Işik got: “Di lihevkirina Lozanê de, hebûna kêmneteweyan mîna Suryan, Ermen û Rûm hat naskirin. Lê Tirkiyê siyaseteke hovane li dijî wan pêk anî. Mixabin kêmneteweyên li Tirkiyê di wê serdemê de dengê xwe nekir heta sala 1995`an û jiyana di bin rehma dewleta Tirk de domand. Kurdan jî piştî sala 1960`î dengê xwe careke din bilind kir. Piştre li Tirkiyê gelek darbeyên leşkerî sala 1960 û 1970`î pêk hatin. Di 12`ê Îlona 1980`î de, darbeyeke faşîst li Tirkiyê pêk hat. Li gorî darbeyên berê ev ya herî girîng bû, lê ruxmî wê jî  têkoşîna gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ranewestî.”

Işik behsa derketina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), têkoşîna wê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kir û wiha pê de çû: “Sala 1984`an têkoşîna çekdarî li Tirkiyê bi pêşengiya PKK`ê dest pê kir. A balkêş ew e ku ev serhildan ne mîna yên berê bû, lê belê bilez firehtir bû û bandor li cîhanê bi giştî kir.

Têkoşîna PKK`ê Tirkiyê westand. Dengê vê berxwedanê gihaşt hemû cîhanê. Dewleta Tirk ji gelek salan ve, hemû tekenolojiya leşkerî ya pêşketî bikar tîne da ku PKK`ê bi dawî bike, lê dîsa li hember berxwedana domdar a partiyê têk diçe.”

Işik balkişand ser têkiliyên tirkî-rojavayî û got: “Piştî damezirandinda dewleta Tirk û hevpeymana Lozanê, dewleta Tirk bi alîkariya dewletên rojavayî hevgirtî ma. Ji ber ku dewletên rojavayî têkiliyên xwe bi Tirkiyê re xurttir kirin. Bi taybet piştî Şoreşa Sovyet ku xwestin Tirkiyê bibe mîna dîwarekî li hember zêdegaviyên Sovyet. Dewletên rojavayî, Tirkiye ji bo berjewendiyên xwe bi kar anî, ji ber wê sala 1950`an tev li NATO`yê kir.”

'NE JI PIŞTGIRIYA NATO Û DEWLETÊN ROJAVAYÎ BÛYA, TIRKIYE NEDIKARÎ SIYASETA QIRKIRINÊ PÊK BÎNE'

Her wiha Işik teqez kir ku dewleta Tirk sûd ji NATO`yê girt, endamtiya xwe di NATO`yê de bi kar anî da ku şerê kurdan bike û ev li gotinên xwe zêde kir: “Ne ji vê destekê bûya, Tirkiye nedikarî siyasetên qirkirinê li dijî kurdan û kêmneteweyên din ên li Tirkiyê pêk bîne.”

Işik diyar kir ku dewletên rojavayî û NATO, destek û çek dan Tirkiyê da ku xwe li hember berxwedana gelê Kurd ragire û wiha anî ziman: “Piştî şoreşa 19`ê Tîrmehê, pêkhatina guhertinan li herêmê, desthilata Tirk  ev yek li ser xwe xeter dît. Ji ber wê dest bi êrişên giran û hovane li dijî Rojava kir. Destpêkê bi rêya çeteyên xwe kir, paşê yekser mudaxele kir, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî di çarçoveya dijminatiya gelê kurd de dagir kirin.”

Fehîm Işik balkişand ser sedema sereke ya dijminatiya dewleta Tirk a li hember Rojava û got: “Gelê herêmê xwedî li fikirê rêber Abdullah Ocalan û felsefeya neteweya demokratîk derket. Kurd, li rex Ereb û Suryan têkoşîneke bê hempa li dijî çeteyan nîşan da û herêm ji wan rizgar kir. Lê dewletên rojavayî, NATO, Amerîka û Rûsya li hember êrişên dagirkirinê yên Tirkiyê bê deng man û ji ber berjewendiyên xwe desteka wê kir. Ev yek di civîna NATO`yê de ya li Madrîdê û civîna li Tehranê li dar ketiye diyar bû.”

LI ROJHILATA NAVÎN, KURD HÊZA HERÎ XURT E

Nivîskar û rojnamevan Fehîm Işik diyar kir ku civîna Tehran û Madrîdê, du civînên hêzên mezin li cîhanê bûn, NATO`yê jî çavê xwe li hember sûc û kirêtbûna dewleta Tirk girt da ku wê bikişîne aliyê xwe û got: “Em dikarin bêjin NATO`yê serî ji Tirkiyê re hejand, da ku Swêd û Fînalndiya tev li hevbendiyê bibin. Li Tehranê jî ruxmî ku Tirkiyê xwest erêkirinê bi dest bixe da ku êrişî herêmê bike û tevî ku beşdarên civînê ev yek erê nekir, lê dîsa jî di siyasetên wê yên li dijî Rêveberiya Xweser û Rojava de destekê didine wê.”

Işik teqez kir ku divê cîhan fêm bike êdî Kurd ne kurdên 1923`ya ne û wiha berdewam kir: “Dema ragihandina darizandina dewleta Tirk û hevpeymana Lozanê Kurd bê hêz bûn û şervanên Kurd jî tune bûn. Lê niha Kurd li Rojhilata Navîn hêza herî xurt e, li hember êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk disekinin ku duyemîn bi hêztirîn endamên NATO`yê ye. Li ser asta cîhanê jî, bandoreke wan a siyasî ya bi hêz heye.”

Di dawiyê de Fehîm Işik anî ziman ku Tirkiye nikare kurdan tune bike û got: “Erê, dibe ku em berdêleke giran bidin, lê Tirkiyê nikare li hember kurdan û gelên hevgirtî; Kurd, Ereb, Suryan û Ermen bi ser keve.”

(şx)

ANHA