​​​​​​​Fermandarekî Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Eger Tirkiyê êriş bike em ê şerekî dîrokî bikin

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Nûrî El-Xelîl diyar kir ku hêzên wan amade ne bersiva êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidin û got: "Serkeftin wê para me be."

​​​​​​​Fermandarekî Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Eger Tirkiyê êriş bike em ê şerekî dîrokî bikin
23 tîrmeh, 2022   23:38
DÊRAZOR – ELÎ EREB

Dewleta Tirk a dagirker gefên xwe yên pêkanîna êrişeke li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina xaka wê  nû kir. Li hember wê yekê jî QSD’ê destnîşan kir ku ew amade ye herêmê biparêze û bang li gelê herêmê kir amadekariya rûbirûbûna bi êrişên dagirkeriya Tirk re, bikin.

Girêdayî mijarê ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Nûrî El-Xelîl ji ajansa me re wiha axivî: “Hêzên me amade ne Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin, çawa me DAIŞ têk bir em ê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê jî têk bibin.”

El-Xelîl wiha domand: “Hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê tev li şerê li dijî DAIŞ’ê bû, her wiha di şer li hemberî êrişên dagirkeriyêa Tirk ên li ser herêma Silûk û Girê Spî de cih girt. Niha jî em amade ne li hemberî dagirkeriyê şer bikin."

El-Xelîl destnîşan kir ku ji bo parastina herêmê wan xwe baş amade kirine û got: “Hêzên meli eniyên pêş in û eger dagirkeriya Tirk û çeteyên wê êrişek anîn ser herêmê wê demê dê şerekî dîrokî li dijî wan were meşandin.”

El-Xelîl wiha domand: “Em ji dagirkeriya Tirk re dibêjin, me berê şerê we kir û niha jî em ê şerê we bikin. Em amade ne dagirkerên xaka xwe têk bibin. Em beşek ji Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Şêniyên Reqa, Dêrazor, Hesekê, Minbic û Kobanê yek in û têk naçin ji ber ku ew xak û namûsa xwe diparêzin.”

Nûrî El-Xelîl di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Em li dijî her dagirkeriyeke li ser xaka Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî şer dikin. Em wek şêniyên Dêrazor û Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê hertim amade ne xaka xwe biparêzin.”

(mh)

ANHA